Omer Çelîk: Em hewlên têkbirina pêvajoyê ji nêz ve dişopînin
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku divê pêvajoya çekdanînê bê navber bidome û got, “Pêvajoyeke ku bê navber didome û dê gavên din ên erênî bi xwe re bîne.”
Çelîk her wiha hişyarî da ku ew hewlên ji bo têkbirina pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.
Berdevkê AK Partiyê piştî Civîna Lijneya Rêvebiriya Navendî (MKYK) a bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya bû daxuyanî da.
Çelîk bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got ku ew hewlên ji bo têkbirina pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.
Berdevkê AK Partiyê diyar kir ku Serokkomar Erdogan di civînê de gotiye, “Rê nayê dayîn ku hinek kes bi guhertina rojevê, pêvajoyê ji bilî fesixbûn û çekdanîna PKKyê ber bi cihekî din ve bikişînin.”
“Em nêzîkatiyên ji bo têkbirina pêvajoyê dişopînin”
Omer Çelîk da zanîn ku rojeva sereke fesixbûna PKKyê û danîna çekan e û wiha pê de çû:
“Em nahêlin ku daxwazên maksîmalîst, rojevên din an ajandayên cuda bi ti awayî bandorê li vê pêvajoyê bikin.
Em wan nêzîkatiyan ji nêz ve dişopînin ku dixwazin pêvajoya çekdanînê sist bikin, bi paş bixin an jî ji rê derxin da ku rojeva Tirkiyeya Bêteror bi pêş nexin û ji bo rojevên din wekî amûr bi kar bînin.
Helbet bersiva me ji bo van hemûyan heye lê ya esas ew e ku em ji armanca xwe dûr nekevin.”
Çelîk anî ziman ku di dema birêvebirina pêvajoyê de ew dev ji nirxandinên ewlehiya niştimanî bernadin û got, “Em li derdora xwe, hem li Îraq û hem li Sûriyeyê tevgera rêxistinên terorê yên cuda dibînin.
Em çalakiyên welat û navendên tarî yên ku dixwazin terorê wekî amûra şerê wekaletê bi kar bînin jî dibînin.
Em dê bersiva van hemûyan her cure sabotajê bidin.”
“Pêvajoyeke bê navber dê gavên erênî bi xwe re bîne”
Berdevkê AK Partiyê tekezî li ser berdewamiya pêvajoyê kir û got, “Bê guman divê gavên ji bo xwefesixkirin û çekdanîna rêxistina terorê bê navber bidomin.
Berdewamiya van gavên bê navber, dê gavên din ên erênî bi xwe re bîne.
Tişta ku divê bê şopandin ew e ku pêvajoya fesixbûn û çekdanînê bêyî navber bidome û bigihîje encamê.”
“Gefên li dijî Tirkiyeyê ti hikmê wan nîne”
Omer Çelîk li ser pirsa rojnamevanekî ya derbarê gefên Îsraîlê wiha bersiv da:
“Divê em guh nedin rojevên wekî ‘filan der dê êrişî Tirkiyeyê bike’. Tirkiye welatekî serwer û bi hêz e.
Gefên ku ji hinek welat, siyasetmedar an aktîvîstên wan tên, li cem me ti hikmê wan nîne.”
Berdevkê AK Partiyê her wiha êrişa Îsraîlê ya li Qeterê jî şermezar kir û got, “Ev êrişa terorî ya hovane ya Îsraîlê ya li Qeterê, êrişek e li dijî hemû welatên ku aştî û agirbestê dixwazin.
Careke din hat dîtin ku aktora sereke ya ku gefê li sîstema cîhanê, hiqûqa navneteweyî û ewlehiya welatan dixwe, şebekeya Netanyahu ye.”