KESK: Têkoşîna aştiyê ji şer zehmettir e lê pêwîst e

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên KESKê Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz di civîna komîsyona parlamentoyê de axivîn û ji bo pêvajoya aştiyê pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Koçak diyar kir ku sepanên qeyûman astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê ne.

Hevserokên Giştî yên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Giştî (KESK), di civîna 8emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de derbarê pêvajoya aştiyê de nêrînên xwe anîn zimên.

Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak diyar kir ku nêzîkatiyên înkar û asîmîlasyonê Pirsgirêka Kurdan çareser nekiriye, berevajî wê kûrtir kiriye.

Koçakê tekezî li ser wê yekê kir ku divê çareserî bingehîn û berfireh be û got, “Ev pirsgirêk dê îdeala gelekî ya xweîfadekirin û jiyana hevpar a li ser bingeha hemwelatiya wekhev pêk bîne.

KESK dê hewl bide vê berpirsyariya dîrokî bi cih bîne.”

Ayfer Koçakê anî ziman ku têkoşîna aştiyê ji şer zehmettir e lê pêwîst e û wiha pê de çû: “Yên ku me di pêvajoya şer de winda kirin kedkarên me ne.

Aştî ne girêdaneke siyasî ye, berhema îradeya hevpar û wijdana dîrokî ya gelan e.”

Hevseroka KESKê her wiha da zanîn ku sepanên qeyûman astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê ne.

Karagoz: Divê planeke çalakiyê bê amadekirin

Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz jî ji bo pêvajoya aştiyê pêşniyarên şênber kir û got, “Divê planeke çalakiyê ya ku pêkan e, şênber e û karên demkurt, navîn û dirêj tê de hatine diyarkirin û alî li ser li hev kirine, bê amadekirin.

Divê rêziknameyên ku azadiya raman û xweîfadekirinê misoger dikin, bên çêkirin.”

Ahmet Karagoz bal kişand ser wê yekê ku divê pênaseya hemwelatiyê li gorî normên hiqûqa gerdûnî be û got, “Divê nasnameya hevpar a Tirkiyeyîbûnê bêyî ku îmtiyazê bide ti nasnameyeke etnîkî derkeve pêş û pênaseya hemwelatiyê di bin misogeriya destûrî de be.”

Pêşniyarên ji bo guhertinên yasayî

Karagoz destnîşan kir ku divê di gelek yasayan de guhertin bên kirin û ev pêşniyar rêz kirin:

“Divê yasayên derbarê maf û azadiyên bingehîn ji Yasaya Partiyên Siyasî bigire heta Yasaya Xwendina Bilind ji nû ve bên sererastkirin.

Divê bendên hilbijartinê bên rakirin.

Bikaranîna zimanên din ji bilî Tirkî di hilbijartinan de divê bikeve bin misogeriya destûrî.

Divê di medyayê de rêziknameyên ku rê li ber gotinên nefretê digirin bên çêkirin.”

Civîna ku bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş hat kirin de, nûnerên Memur-Sen, Turkiye Kamu-Sen, TURK-ÎŞ, HAK-ÎŞ û DÎSKê jî amade bûn û nêrînên xwe anîn zimên.