Alîkarê Davûtoglu: Korîdor ji bo Kobanî nayê vekirin

11-10-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçîn Akdogan ragihand, vekirina korîdora Kobanî li ser Tirkiyeyê re mumkin nîne.

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçîn Akdogan, li ser daxwaza Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a vekirina korîdoreke mirovî ji bo Kobanî ji CNN Turkê re axivî û got, tiştekî wisa mumkin nîne.

Akdogan rexneyên tûj li KCK û HDPê kir û wiha got: “Daxwaza vekirina korîdorê dikin û çekan dixwazin. Ev daxwazî ne hiqûqî û ne jî mantiqî ye. Tu li aliyekî qîr dikî dibêjî bila Tirkiye me rizgar bike li aliyê din jî karên din dikî.”

Alîkarê Davûtoglu, aloziyên van çend rojên dawiyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derketine jî  avêt stûyê HDPê û wiha axivî:

“Dixwazin mesela Kobanî ji bo hinek armancan bikar bînin. Peyama dawî ya Îmraliyê jî vê yekê nîşan dide. Ocalan baş dizane ka ev bûyer dê çi bi xwe re bînin.”

Di bersiva pirsa “Gelo Tirkiye dê çekan bide PKKê yan na” de jî Yalçîn Akdogan got, “Tê xwestin ku Tirkiye çekan bide PKKê. Hinek nûnerên wê jî vê daxwaziyê pir normal tînin ziman. Tu dibêjî qey dema Kobanî bikeve dê qiyamet rabe. Mirov her tiştî jî bi vê yekê ve girêbide rast nîne.”

Ev çend roj in rayedarên PYD û HDPê ji Tirkiyeyê dixwazin, ji bona rizgarkirina sivîlan û gihandina alîkariyan bo nav Kobanî, korîdoreke mirovî veke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst