ENQERE – Di taksiyê de gewriya hevjîna xwe ya berê birî û ew kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Çankayayê ya Enqereyê mêrê bi navê M.A. di taksiyê de qirika hevjîna xwe ya berê birî û ew kuşt.

Li gorî agahiyan M.A. û E.A.yê berê hevdû berdabû lê M.A. di nava taksiyê de bi kêrê êrişî E.Ayê kir.

Piştî îxbara kesên li derdorê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Hat tesbîtkirin ku E.A.yê li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Hêzên ewlehiyê M.A. li cihê bûyerê desteser kir.