Li Îzmîrê kurekî dayika xwe kuşt
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bornovayê ya parêzgeha Îzmîra Tirkiyeyê, şeva borî kurekî bi kêrê dayika xwe kuşt.
Li Taxa Kemal Paşayê ya Bornovayê, şeva borî di navbera Fazile Ç.ya 43 salî û kurê wê B.Ç.yê 20 salî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Di encama nîqaşê de B.Ç. bi tiştekî hişk li serê dêya xwe da û kêr lê xist.
Fazile Ç.yê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
B.Ç. piştre çû kargeha bavê xwe H.Ç. û jê re behsa bûyerê kir.
Li ser agahdarkirina H.Ç. tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê termê Fazile Ç.yê veguhast morga Saziya Pizîşkiya Dadî ya Îzmirê.
Kurê wê B.Ç. jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.