Li Balikesîrê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê erdhejeke bi hêza 4,9 pileyan çêbû.
Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Sindirgiyê ya Balikesîrê erdhej çêbûye.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 10:06an çêbûye û hêza wê 4,9 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 6,97 kîlometre bûye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê heta niha ti agahî nehatine belavkirin.