Sirri Sakik: Kî, çima Yeşîl diparêze?
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, mijara agahiyên nû yên li ser Mahmut Yildirimê ku bi koda "Yeşîl" tê naskirin bir rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.
Rojnameger Saygi Ozturk di qunciknivîsa xwe de ragihand ku kesekî telefonî wî kiriye û gotiye "Ez Yeşîl im."
Li gorî nivîsa Saygi Ozturk, wî kesî gotiye ku ew niha li sînorê Sûriyeyê ye û li cem hevalekî xwe yê "Ulkucu" dimîne.
Her wiha îdia kiriye ku dema vegeriyaye Tirkiyeyê li Konyayê hatiye girtin lê bi fermaneke "ji jor" hatiye berdan.
Piştî îdiayan Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik mijar bir Parlamentoya Tirkiyeyê.
Sirri Sakik bi daxwaza bersivandinê pêşniyarpirsek da Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya.
Sakik xwest ku agahiyên nû yên derbarê Mahmut Yildirim de bên zelalkirin.
Sakik diyar kir ku îdiayên di nivîsa Ozturk de "xeter" in û got:
"Di nivîsa îro ya nivîskarê Sozcuyê Saygi Ozturk de hat îdiakirin ku kujerê bi koda Yeşîl dijî û ji aliyê hinek pêkhateyên nav dewletê ve tê parastin.
Sûcên ku li ser navê dewletê hatine kirin, rê vekir ku kujerekî kirêgirtî jî neyê darizandin."
Sakik ev pirs ji Alî Yerlîkaya kirin:
1- Kesekî ku di salên 90î de hema bêje di hemû kuştinên kiryar nediyar de navê wî derbas dibe, çima piştî ev qas sal nehatiye girtin?
2- Gelo agahiya ku dibêje dewlet cihê wî dizane lê wî desteser nake rast e?
3- Kî vî tetîkêşî diparêzin û armanca wan çi ye?
4- Gelo haya wezareta we jê heye bê ka tetîkêşê bi koda Yeşîl kîjan agahiyan dizane û di nava kîjan torê de sûc kirine?
5- Derketina holê ya vî kesî nîşaneya çi ye?
Sözcü yazarı Saygı Öztürk’ün bugünkü köşe yazısında çok vahim bir iddia yer aldı. YEŞİL kod adlı tetikçinin — Kürt katili, uyuşturucu taciri ve devlet içindeki karanlık yapılanmalarla ilişkilendirilen bu kişinin — dün kendisini aradığını, hayatta olduğunu ve devlet içerisindeki… pic.twitter.com/PeUX1DkcfV
— sırrısakık (@sakiksirri) December 11, 2025