Erdogan: Me hemû bedena xwe daye ber barê çareseriyê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoya çareseriyê axivî û got, “Armanca me diyar e; êdî bila xwîn nerije, agir nekeve ocaxan.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoya çareseriyê got, “Bila Tirkiye vê pirsgirêkê bi temamî ji rojeva xwe derxe.”
Erdogan li Enqereyê beşdarî 29emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Konfederasyona Sendîkayên Kardêran a Tirkiyeyê (TISK) bû û axivî.
Serokkomarê Tirkiyeyê li ser rapora ku dê Komîsyon pêşkêşî Parlamentoyê bike got, “Ez hêvî dikim ku raporeke wisa be ku pêşiya pêvajoyê veke û perspektîfeke hevpar xêz bike.”
Erdogan bal kişand ser mijara mûçeyê herî kêm jî û diyar kir ku têkiliyên di navbera karker û kardêran de divê “dadmend, domdar û li gorî heqan” bin û ev yek ji bo wan jêneger e.
“Berîka kefen tune”
Serokkomarê Tirkiyeyê hişyarî da ku eger ev têkîlî li ser zemîneke saxlem neyê danîn dê rê li ber kedxwarî û bêedaletiyê vebe û got:
“Ev yek dê tenê aştiya civakî xera neke, di heman demê de dê zererê bide yekîtî û hevgirtinê jî.
Sîstemeke ku kes tê de mexdûr nebe û keda kesî neyê paşguhkirin, pêşiya me hemûyan e.
Wekî tê zanîn sibê Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeyê Herî Kêm dê civîna xwe ya yekem pêk bîne.
Ez ji şandeya TISKê ya ku di xebatên Komîsyonê de nûnertiya kardêran dike hêvî dikim ku destê xwe bidin binê kevir.
Her pêngaveke erênî ya hûn ji bo karkerên me biavêjin, dê wekî berhemdarî, qezenc û bereketê vegere. Ez her tim dibêjim, berîka kefen tune.”
“Em li benda piştgiriya cîhana karsazan e”
Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha pê de çû:
“Mijareke din a ku em li benda piştgiriya cîhana karsazan e, pêvajoya me ya ‘Tirkiyeya Bêteror’ e.
Hûn ji wan kesan in ku herî baş dizanin bê çareserkirina ‘pirsgirêka terorê’ ya ku 40 sal in bûye pranga li lingê welêt, ji bo welatê me tê çi wateyê.
Dema Tirkiye ji vî barî rizgar bibe, em hemû dikarin texmîn bikin bê dê potansiyeleke çawa bikeve dewrê.
Em dixwazin meseleya ‘terorê’ ya ku tenê ji bo aboriya me 2 trilyon dolar lêçûn çêkiriye, êdî heta hetayê li pey xwe bihêlin.
Em hewl didin vê yekê bi lihevkirineke civakî û siyasî ya herî berfireh û li ser zemîneke ku bi nirxên miletê me re li hev dike, pêk bînin.”
“Me hemû bedena xwe daye ber bar”
Erdogan diyar kir ku armanca wan diyar e û got,“Armanca me diyar e; êdî bila xwîn nerije, agir nekeve ocaxan.
Bila Tirkiye vê pirsgirêkê bi temamî ji rojeva xwe derxe. Me got ‘têrê dike ku ev pirsgirêk çareser bibe’ û me wekî Tifaqa Cumhûrê li gel destê xwe, hemû bedena xwe daye ber vî barî.
Ji bo ku partiyên mixalefetê jî tev li pêvajoyê bibin, em her tim erênî tevgeriyan û me bi helwesteke lihevkirinê û bi niyeta baş gav avêtin.
Komîsyona ku li Parlamentoya me hat avakirin, her çi qasî hinek hebin ku di demên krîtîk de astengiyan derdixin jî, hem di warê şefafiyetê de hem jî di warê wergirtina tevkariya siyasetê û hemû aliyên pêwendîdar de mîsyoneke gelekî girîng girtiye ser xwe.”
“Ez hêviya perspektîfeke hevpar dikim”
Erdogan destnîşan kir ku Komîsyonê hêviyên derbarê pêvajoyê de xurt kirine û got:
“Ez bawer dikim ku Komîsyon dê heta kêliya dawî vê nêzîkatiya xwe ya bi xwebawer bidomîne.
Ez hêvî dikim ku rapora Komîsyonê, bi pêşniyar û nirxandinên xwe yên ku dê pêşiya pêvajoyê vekin, ji bo gavên bên avêtin perspektîfeke hevpar xêz bike.
Rêya vê yekê jî ew e ku mirov bi aqilmendî û dilsozî tevbigere û vê pêvajoya dîrokî neke qurbana hesabên biçûk û nîqaşên demkî yên siyaseta rojane.
Me ji roja ewil ve ev hestiyariya xwe parastiye û em dê biparêzin.”