Geştên rasterast ên Mêrsîn û Hewlêrê dest pê dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Firotina bilêtên geştên rasterast ên ji Balafirgeha Navneteweyî ya Çukurovayê ber bi Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ve dest pê kir.
Balafirgeha Navneteweyî ya Çukurovayê ku xizmeta parêzgehên wekî Mêrsîn û Edeneyê û bajarên din ên herêmê dike, heta niha geştên xwe yên ji bo Hewlêrê bi awayekî nerasterast (bi transît) dikirin lê êdî dê geşt rasterast werin kirin.
Serokê Lijneya Birêvebir a Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirkiye-Îraqê (TISIAD) Mehmet Salih Çelîk derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî.
Çelîk diyar kir ku wan wekî komele ji bo destpêkirina geştên rasterast trafîkeke xurt a dîplomasiyê meşandiye û dan û standin bi encameke erênî bi dawî bûne.
"Bilêtên ewil hatin firotin"
Çelîk bal kişand ser giringiya vê biryarê ya ji bo bazirganî û geştyariya herêmê û eşkere kir ku geşt dê ji aliyê Şirketa Pegasusê ve werin kirin.
Mehmet Salih Çelîk got, "Bilêtên ewil ên geştên rasterast ên ku bi Şirketa Pegasusê re dest pê kirin, ji 12ê Kanûna Paşîn ve ji bo firotinê hatin vekirin. Em di vê pêvajoyê de spasiya parêzgarê me yê Mêrsînê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Mêrsînê û hemû dînamîkên bajêr dikin ku piştgirî dane hewlên me."