HUD-PAR : Tirkiyê li Efrînê şerê YPGê nake!
Navenda Nûçeyan - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu derbarê êrişên Tirkiyê yên bo ser Efrînê de got: “Di rastiyê da Tirkiye li wir bi YPG û PKKê re şer nake. Ji ber ku ew hêzên bejayê yên Amerîkayê ne. Ew leşkerên Amerîkayê ne."
Serokê Giştî yê HUDA- PARê Zekeriya Yapicioglu li kongreya asayî ya parêzgeha Bursayê ya partiya xwe axifî û got: "Me di serî da got. Xwezî pêwîst nebûya ku operasyona Efrînê bê kirin. Xwezî rewş nehata vê astê. Operasyona Efrînê çima dest pê kir?”
Di berdewamiya axaftina xwe Yapicioglu wiha axifî: “Qaşo Amerîkaya ku dost û hevkar e got, 'Ezê artêşea sînor a 30 hezar kesî ava bikim.' Rayedarên hikûmeta me jî gotin ma ev çawa dostanî û hevalbendî ye? Gotin, 'Wiha nekin heger na emê bên û lêdin' û ketin Efrînê.”
Yapicioglu şervanên Yekîneyên Parastina Gel wek leşkerên Amerîkayê bi nav kir û wiha pê de çû: “Di rastiyê da Tirkiye li wir bi YPG û PKKê ra şer nake. Ji ber ku ew hêzên bejayê yên Amerîkayê ne. Leşkerên Amerîkayê ne. Ma ne Amerîkayê ew perwerde kirin, çek da wan, hedef nîşanî wan da û got, 'here lêde'. Ew jî çûn û wan lê da. Pirsgirêk çi ye, pirsgirêk ew e ku Amerîka piştgiriyê dide wan. Pirsgirêk Amerîka bixwe ye."