Mîrê Qeterê yekem serkirde ye ku piştî erdhejê serdana Tirkiyê kir
Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pêşwaziya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî yê ku ji ber erdhejên navenda Mereşê çûbû Tirkiyê kir.
Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.6 û 7.7 ku navenda wê bajarê Mereşê bû û li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, her wiha li Rojavayê Kurdistanê û Sûriye bi bandor bû, li dû xwe bi hezaran mirî û birîndar hîştin.
Di hevdîtina ku li Koşka Vahdettîn ji medyayê re girtî hat kirin de, Erdogan û Mîrê Qeterê Şêx Temîm civiyan.
Mîrê Qeterê Şêx Temîm piştî erdhejên navenda Mereşê yekem serkirde bû ku serdana Tirkiyê kir.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pêşwaziya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî yê ku ji ber erdhejan çûbû Tirkiyê kir. pic.twitter.com/AZXhbrA7bb
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 12, 2023