Tîma rizgarkirinê ya Îsraîlê karê xwe rawestand

12-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Îsraîl United Hatzalah Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma rizgarkirinê ya Îsraîlê United Hatzalah a ji ber alîkariya erdhejê li Tirkiyê bû ragihand, ku ji ber “gefên ewlehiyê” xebatên xwe rawestandine.

Koma United Hatzalah li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got: “Me ji ber gefa cidî ya ewlehiyê karên xwe yên rizgarkirinê rawestand û tîma me di demeke nêzîk de vedigere Îsraîlê.”

Medya Îsraîlê jî ragihand, piştî hevdîtinên ligel berpirsên welat biryar hat dayîn tima United Hatzalah vegere Îsraîlê. Tîma United Hatzalah a 25 kesî îro 12ê Sibatê bi balafireke taybet vegeriya Îsraîlê. Piştî erdhejê ji Îsraîlê nêzîkî 450 kesan bo karên rizgarkirinê çûne Tirkiyê.

Cîgirê United Hatzalah Dov Maisel got: “Me dizanibû ku bo tîma me ya ku me şand Tirkiyê li nêzîkî sînorê Sûriyê risk hene, lê me ji bo operasyona ku dê can bêne rizgarkirin tedbîrên kêmkirina gefan wergirtibûn. Mixabin me derbarê egera êrîşeke bo ser tîma Îsraîlê de îstîxbarateke cidî wergirt.”

Tîma ser bi Artêşa Avusturyayê jî roja Şemiyê, ji ber gefên ewlehiyê xebatên xwe rawestandibûn, lê piştî ku leşkerên Tirk ewlehiya wan wergirtibûn dubare dest bi karê xwe kiribûn. Du saziyên alîkariyê yên Almanyayê jî ji ber sedemên ewlehiyê xebatên xwe yên rizgarkirinê rawestandibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst