Li Deryaya Egeyê erdhejeke bi hêza 5,1 pileyan çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Egeyê erdhejeke bi hêza 5,1 pileyan rû da.

Li gorî agahiyên ku li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) hatine weşandin, li Deryaya Egeyê saet 04:14an erdhejeke bi hêza 5,1 pileyan çêbûye.

Her wiha kûrahiya erdhejê jî 7 kîlometre ye.

Hat destnîşankirin ku li gorî tesbîtên destpêkê erdhejê ti zerer negihandiye xelkê.

Ev zêdeyî hefteyekê ye li Deryaya Egeyê li ser hev erdhej çêdibin û heta niha bi sedan erhej çêbûne.