Heyeta Îmraliyê li ser hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê doh bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyabû û îro daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo berdewamkirina "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" îradeya hevpar hatiye piştrastkirin.
Heyetê her wiha ji bo avêtina gavên demokratîk bangî Parlamanto û wezaretan kir ku "xebatên xwe xurt bikin".
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar derbarê civîna xwe ya krîtîk a bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re ku doh pêk hatibû, daxuyaniyeke nivîskî belav kirin.
Di civînê de, bandora bipêşketinên herêmî ya li ser Tirkiyeyê û pêvajoya demokratîkbûnê hatin gotûbêjkirin.
"Îradeya hevpar a ji bo pêvajoyê hat piştrastkirin"
Di daxuyaniya ku bi îmzeya Pervîn Buldan û Mîthat Sancar hatiye belavkirin de, hat diyarkirin ku xala sereke ya civînê "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" bûye û wiha hat gotin:
"Me li gel Birêz Serokkomar Erdogan li ser bipêşketinên li herêma me û bandora van bipêşketinan a li ser Tirkiyeyê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk şêwirî.
Di civînê de, îradeya hevpar a ji bo berdewamkirina pêvajoyê bi awayekî bibiryar careke din hat piştrastkirin."
Banga ji bo "gavên berbiçav"
Heyetê tekez kir ku ji bo bipêşveçûna pêvajoyê divê saziyên dewletê roleke aktîftir bilîzin.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Parlamentoya Tirkiyeyê, wezaretên pêwendîdar û saziyên dewletê ji bo avêtina gavên berbiçav û bawerîpêker xebatên xwe xurt bikin.
Heyetê di vê çarçoveyê de bal kişand ser girîngiya temamkirina rapora ku ji aliyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ve bi nêrîneke berfireh hatiye amadekirin.
Her wiha hat diyarkirin ku divê çarçoveya yasayî ya derbarê demokratîkbûn û azadiyan de "bêyî derengî û bi lihevkirineke herî berfireh" bibe yasa.
"Dê xizmeta bihevrejiyanê bike"
Heyeta DEM Partiyê bal kişand ser wê yekê ku siyaseta cîhanî û herêmî di serdemeke bi tevger de derbas dibe û diyar kir ku ew bawer dikin ev civîna di vê pêvajoya krîtîk de dê xizmeta bihevrejiyana aştiyane ya gelên Tirkiyeyê û herêmê bike.
Endamên heyetê ji ber qebûlkirina wan spasiya Serokkomar Erdogan kir û daxuyaniya xwe bi dawî anî.