Yekane berbijêrê Stenbolê ku daxwaza mafên Kurdan dike

12-03-2019
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol Kurd
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de bajarê herî krîtîk Stenbol e. Li vî bajarî di 31ê Adarê de 9 milyon û 997 hezar û 165 dengdêr dê herin ser sindoqan. Ji bo şaredariya bajarê mezin jî 32 kes weke kandîd rikeberiya hev dikin. Di nava van de tenê kesê ku xwe weke kandîdek Kurd bi nav dike jî Celal Baykara ye. Baykara bêhtir bi sozên siyasî derdikeve pêş. Herwiha ji ber derfetên kêm, kempîneya xwe jî bi awayek mutewazî berdewam dike.

 

Celal Baykara ew dehan sal in parêzer e û mafparêziya Kurdan kiriye. Niha jî ji bo ku bibe serokê şaredariya bajarê mezin ya Stenbolê kandîd e. Wî ne ofîsek hilbijartinan heye, ne seyareyên bi sûretên wî xemilandî û ne jî tîmeke reklam û ragihandinê. Ji ber wê kempîneya xwe ya hilbijartinan wiha bi çend kesan û tenê rûbirû dimeşîne. Baykara di nava 32 namzetên din de yekane kes e ku behsa mafên Kurdan û neteweyên din dike.

 

Celal Baykara ji Rûdawê re ragihand: “Me nexwest ku em weadên şarewaniya klasîk derxin pêş. Em mafên kêmnetewan girîntir dibînin û hewl didin bibin dengê wan. Helbet ji bo kêşeyên jêrxan û jorxana bajêr jî bo me grîng in. Lê mafên Kurdan û grûbên din armanca me ya yekem e. Em jî dizanin ku em dê nikaribin şaredariyê bidest bixin. Lê eger em karibin van weadan bixin rojeva partiyên mezin ew grîng e. Herwiha ji bo dahatûyê jî namzetiya me weke destpêkekê ye.

 

Ji ber ku Stenbol bajarê herî krîtîk e, hemû partî berê nîvê giraniya xwe didin vî bajarî, nîvê mayî didin tevahiya Tirkiye. Lê di nava bajêr de jî bêyî namzetên herdû bereyên sereke nîşaneyên hilbijartinan gelekî kêm in. Bêyî van herdû namzetan ne kes ên din nas dike û ne jî haya xelkê ji wan heye.

 

Kuçe û kolanên bajêr bi giranî ji hêla Ak Partiyê ve û pişt re jî ji alî CHP ve hatiye xemilandin û rengên wan diyar in. 30 namzetê mayî, weke hêç ne namzet bin.

 

Welatiyek bi nave Kemal Duru dibêje: “Birayê hêja welleh ez ji Bînalî Yildirim wêdetir tu kesî nasnakim.”

 

Sefer Dogan diyar kir: “Ez Sarigûl nasdikim û wekî din jî Îmamoglû nasdikim. Ji wan bêhtir jî kesî nasnakim.”

 

Mehmet Mutlu jî dibêje: “Wellehî nizanim çend namzet hene û kî ne. Ez Îmamoglû dizanim bila ew bê. Bînalî jî dizanim bila ew jî bê.”

 

Sîlva Halaçyan jî destnîşan kir: “Welleh CHP nasdikim, AKP û HDP nasdikim.  Ewqas.”

 

Yasemîn Metîn dibêje: “Yildirim beg nasdikim û Îmamoglû nasdikim. Ewên din min di televizyon de hîç nedîne. Kes wan dernaxe. Tu dibê qey li Tirkiye tenê ew rikeberiyê dikin.”

 

Her çipasî ji hilbijartinan re kêmtirî mehekê maye jî, li nava Stenbolê ew heşermeşer û xêrecira hilbijartinên din hîna destpê nekiriye. Lê rikeberiya di navbera Yildirim û Îmamoglû de germ û gur e. Ji ber ku rêjeya dengên wan hema hema yek e. Carina Yildirim li pêş e, carina Îmamoglû. Ji ber ku rêjeyeke zêde ya xelkê hîna dudil in jî, diyar e li vî bajarî encama 31ê Adarê ewê diyar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst