Akar: Ligel şanda Rûsî bi awayekî berçav rêkeftin hatiye kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ragihand ku gotûbêjên ligel şanda serbazî ya Rûsî berdewam in û bi awayekî berçav rêkeftin hatiye kirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar îro Pêncşemê 12ê Adarê ligel hejmarek fermandarên payebilind, serdana Kompanyaya Pîşesaziya Berevaniyê kirin ku ji aliyê Weqfa Bihêzkirina Hêzên Serbazî yên Artêşa Tirkiyê ve sala 1975ê hatiye damezrandin.
Hulusî Akar di serdana xwe de amaje bi wê yekê da ku gotûbêjên ligel şanda serbazî ya Rûsî berdewam in û bi awayekî berçav rêkeftin hatiye kirin.
Akar herwiha diyar kir ku eger li Idlibê agirbest bê şikandin û êrîş berdewam bin, wê demê ji cihê dest jê berdane destpê dikin û li ser lêdana wan berdewam dibin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê tekez kir ku li Idlibê dimînin û bi ti awayekî hêzên xwe paşde venakişînin.
Derbarê belavbûna vîrûsa koronayê de jî Akar got: “Li baregah û yekeyên serbazî tedbîr hatine wergirtin, herwiha hevdîtinên derveyî welat û çûna şandan bo derveyî welat hatiye sînordarkirin.”