FLAŞ - Demîrtaş: Bi xweseriyê pêşveçûn nabe!

Navenda Nûçeyan - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattîn Demîrtaş ragihand ku bi xweseriya li bajarên Kurdan pêşveçûn pêk nayê.

 

Selhattîn Demîrtaş îro li paytexta Almanya Berlînê beşdarî civînekê bû û daxwaz kir, “Divê zûtirîn wextê de li Tirkiyeyê vegerin ser maseya aştiyê.”

 

Demîrtaş da zanîn ku çewtiyên wan jî di pêvajoya aştiyê ya bi talîmata Serokomarê Tirkeyêyê Recep Tayyîp Erdogan destpêkirî, hene û got:

 

“Li rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê piştgiriyek mezin ji pêvajoya aştiyê hebû. Xeta me ew bû ku me bi şêweyekî zelal ew pêvajo nekir aîdî civakê. Bi heman şêweyî divê parlamentoyê jî li piştî pêvajoyê bima. Xeta bû ku pêvajoya aştiyê bi însîyatîfa yek kesî ma.”

 

Demîrtaş, di bersiva pirsa “Piştî 7 Hezîranê çima PKKê di stratejiya xwe de guhertin pêk anî?” got, “PKKê çima stratejiya xwe guhert, divê mirov ji wan bipirse. Şerê xendexan rewşa ewlekariyê aloz kir û tundûtûjî zêdetir kir. Lê, divê ew, bi dîyalogê bê çareserkirin, ne bi top û tankan.”

 

Herwiha Demîrtaş da xuyakirin ku xweseriya li bajarên kurdan ti eleqa yê bi partiyan ve nîn e û got, “Bi xweseriyê pêşveçûn nabe”