Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HDPê Perwîn Buldan ragihand, AK Partî dixwaze bi awayekê din qeyûman dane ser şaredariyên ku HDPê bi dest xistine û got, AKP dixwaze Ahmet Turk dûr bixe û nehêle bibe şaredarê Mêrdînê.
Perwîn Buldan îro Înê 12ê Nîsanê li navenda HDPê ya li Enqerê di konferanseke rojnamevanî de, rewşa piştî hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxand.
Buldan got, HDPê di hilbijartinên 31ê Adarê de 65 şaredarî bi dest xistine lê ji aliyê desthilata Tirkiyê ve rêgirî tê kirin ku namzedên serkevtiyên HDPê, weke şaredarên nû dest bi kar bibin.
Bi gotina Perwîn Buldan, AK Partî dixwaze qeyûmên modern bo şaredariyan diyar bike û bi “qeyûmên modern” şaredariyan ji xwe re bibe.
Hevseroka HDPê herwiha da xuyakirin ku desthilatê li çendîn deveran sextekarî kiriye û tekez kir, proseya îtîraza li ser encamên hilbijartinên 31ê Adarê berdewam e.
Perwîn Buldan amaje bi rêgiriyên li pêş destbikarbûna namzedên HDPê yên serkevtî bo şaredariyan kir û got, AK Partî dixwaze Şaredariya Mêrdînê ji xwe re bibe.
Buldan destnîşan kir, AK Partî dixwaze Ahmet Turk, ku di hilbijartinên 31ê Adarê de biserketiye dûr bixe û nehêle bibe şaredarê Mêrdînê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse