Çavuşoglu: Nabe ku endamên NATOyê piştevaniya YPGê bikin

12-04-2019
RÛDAW
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu
Nîşan Mevlut Çavuşoglu NATO YPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Antalya yê Tirkiyê 25emîn Korbenda Diyaloga Deryaya Spî birêve diçe û di wê korbendê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand, ku hewlên wan yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê berdewam in û ew dixwazin him di warê şerê li dijî terorê de û him jî di warê alîkarîkirina penaberan de karekî baş encam bidin.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu herwiha rexneyên tund li welatên endamên NATOyê kirin û ragihand, ku ew bi hemû awayî piştevaniya YPGê dikin, û çekan didin, di pişt re jî ew çek li dijî hevpeymanekî din ê NATOyê têne bikaranîn.

 

Mevlut Çavuşoglu got hinek welatên Ewropî dixwazin PKKê ji lîsteya terorê derbixin, lê ew hewleke gelekî şaş e.

 

Çavuşoglu dibêje: “Di derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de, hem di warê şerê li dijî terorê de û hem jî pêşkêşkirina alîkariyan bo penaberan de û herwiha çareseriyekî siyasî de, Tirkiye di nava hewldanekî zêde de ye. Em dixwazin ku agirbesta li Idlibê biparêzin. Em hewl didin ku li gel hevbeşên xwe, biryara Amerîkayê ya vekişandina ji Sûriyê koordîne bikin. Herwiha ji bo geşepêdana li Iraqê jî, erkên mezin dikevin ser milê NATOyê. Ji bo xurtkirina Iraqê ku NATO hêzên xwe dişîne wê navçeyê, tiştekî gelek girîng e.”

 

Mevlut Çavuşoglu herwiha got: “Dema ku em li gefên terorê yên li seranserê cîhanê binêrin, bi rastî ti yek ji welatên cîhanê jî di mijara terorê de ewle nîn e. Lewra divê em bihev re kar bikin. Niha di derbarê terorê de 3 sê xalên lewaz hene; ya yekem, beşeke ji hevpeymanên me dibêjin, eger ku nêzîkî min nabin ti pirsgirêk tine ye, ev tiştekî gelek metirsîdar e û rojekê ew mar dê were bi wan jî vede. Ya duyem jî dibêjin, eger ku li gorî berjewendiyên min guncaw be û ez dikarim wê rêxistinê bikar bînim, wê demê ev rêxistineke baş e. Îro li Sûriyê di mijara YPGê de em vê yekê dibînin. Hevpeymanên me tevî ku dizanin ti ciyawaziyek di navbera PKKê û YPGê tine ye, lê dîsa jî radibin piştevaniya rêxistinekî terorî dikin û çekan didinê. Di rastiyê de berê wan çekan didin hevpeymanên we yên din û herwiha difiroşin rêxistinên din ên terorî. Xala sêyem jî ew e ku hinek partî, parlemento û siyasetvanên Ewropî dixwazin ku PKKê ji lîsteya rêxistinên terorî derbixin ku PKKê nêzîkî îdeolojiya xwe ya Marksîst-Lenînîst dibînin. Rêza me li hemberî îdeolojiyên her kesê heye, lê nabe ku piştevaniya rêxistinekî weke PKKê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst