Li Stenbolê 9 dermansaz bi koronayê ketine

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Odeya Dermansazan a Stenbolê ragihand ku 9 dermansaz û zêdetirî 10 xebatkarên wan koronayê ketine.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roj bi roj zêdetir hest bi metirsiya koronayê tê kirin.

Serokê Odeya Dermansazan a Stenbolê Zafer Cenap Sarialîoglu, ragihand ku piştî nexweşxaneyan, dermanxane cihên duyem ên herî xeter in û got: “Li Stenbolê 9 dermansaz û 15-16 xebatkarên wan bi vîrûsa koronayê ketine.”

Dermansaz ku di rûbirûbûna bahora koronayê de di nav grûpa herî xeter de cîh digrin, ji hatina bi pêl a welatiyan bo wergirtina maskên bê pere nîgeran in.

Serokê Odeya Dermansazan a Stenbolê Zafer Cenap Sarialîoglu da zanîn ku li Stenbolê 9 dermansaz û 15-16 kesên li ba wan kar dikin bi vîrûsa koronayê ketine û got: “Em ji welatiyan vê yekê dixwazin. Heta ji Wezareta Tendirûstiyê peyama `biçin maskeya xwe wergirin` neyê, tika ye newin dermanxaneyan. Ev dibe sedem ku jiyana we jî bikeve metirsiyê.”

Zafer Cenap Sarialîoglu diyar kir ku piştî nexweşxaneyan, dermanxane cihên duyem ên herî xeter in û got: “Eger ne ji neçarî be newin dermanxaneyan.”

Sarialîoglu da zanîn ku li nav dermanxaneyan ji bo mesafeya civakî xet kişandine û divê welatî pêbendê wê bin û got: “Ligel ku ji roja yekem ve me tedbîrên xwe standin, lê dîsan vê rewşê bandor li 20 dermanxaneyan kir. Wek odeyê me di van hemû rojên borî de Tulum û pêdiviyên din li dermansaz û xebatkaran belav kirin. Lê ji ber butçeyê ne mimkun e wiha berdewam bin.  Loma me daxwaz ji Wezareta Tendirûstiyê kir.”