Urfî Çetînkaya yê derbarê wî de bultena sor hebû hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Urfî Çetînkaya yê ku ji ber sûcên "çêkirna madeyên hişbir û bazirganiya bi madeyên hişbir" 24 sal cezayê zindanê lê hatiye birîn û derbarê wî de bultena sor hebû, li Stenbolê hat desteserkirin û bo dadgehê hat şandin.
Polîsan duh êvarê operasyon kir û di operasyonê de Urfî Çetînkaya û 5 kesên din li navçeya Sariyerê ya Stenbolê desteser kirin.
Li Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê piştî ku kar û barê wan bidawî bû ji bo kontrola tenduristiyê ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê. Piştî kar û barên li nexweşxaneyê polîsan cardin Çetînkaya li otomobîlê siwar kir û ew birin Dadgeha Stenbolê.
Ji aliyê din ve 5 kesên ku ligel Çetînkaya hatibûn desteserkirin, kar û barên l Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê berdewa dike..
Di sala 2003an de li Stenbolê 577 kîlogram asetîk anhîdrît, 159 kîlogram baz morfîn, 617 kîlogram eroîn, di sala 2013an de li Rîzeyê 159 kîlogram eroîn û li Artvînê jî 103 kîlogram eroîn dest bi ser de hatibû girtin û ji ber wan bûyeran derbarê Çetînkaya de biryara girtina hatibû dayîn. Herwiha li Înterpolê ji ber du dosyayên cihê tê tohmetbarkirin û pêştir li wî 24 sal jî cezayê hepsê hatiye birîn.
Urfî Çetînkaya kî ye?
Çetînkaya ku 18ê Gulana 1988an tevî bi hişyariya "raweste" ya polîsan hewl da bireve, hat birîndarkirin û piştî wê birîna xwe neçarî kursiya bi teker bûye. Çetînkaya ku di sala 1989an de li Stenbolê bi 3 kîlo madeyên hişbir hat girtin, piştî 6 mehan hat berdan.
Urfî Çetînkaya sala 2000an di operasyona "Matador" de hat girtin û sala 2003an dîsa hatibû berdan. Çetînkaya ku di operasyona bi navê "Tango Dawiyê" de careke din hatibû girtin, di sala 2012an de ji ber sedemên tenduristiyê hatibû berdan.
Tê îdiakirin ku Çetînkaya şirîkê baronê madeyên hişbir ê Îranî Nacî Şerîfî Zîndaştî ye.