Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê: Hevdîtinên giring ên Nêçîrvan Barzanî
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi gelek rayedarên payebilind ên cîhanê re hevdîtinên dualî pêk anîn.
Di roja duyem a 4emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de ku bi mêvandariya Tirkiyeyê tê lidarxistin, gelek hevdîtinên dîplomatîk ên giran di navbera aktorên herêmî û navneteweyî de pêk hatin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser bipêşketinên herêmî, têkiliyên dualî û qadên hevkariyên hevpar li gel van aktoran axivî.
Her wiha hat destnîşankirin ku hevdîtin li ser mijarên wekî aramî û ewlehiya Rojhilata Navîn, hevkariyên ewlehiyê û bipêşxistina têkiliyên aborî hatin çêkirin.
Civîna Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavarov
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê X derbarê civîna xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyaniyek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got:
“Derfeteke baş bû ku ez li Antalyayê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiyam.
Me pêşhatên herêmî û rewşa hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Rûsyayê de gotûbêj kirin.”
Her wiha Serokatiya Herêma Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kir û ragihand:
“Di civînê de pêwendiyên Rûsyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê aborî de hatin gotûbêjkirin.
Her wiha derbarê rewşa giştî ya Îraqê û herêmê û pêşhatên siyasî û ewlehiyê bîr û raman hatin guhertin.
Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku ew bi girîngiyê li pêwendiyên di navbera Rûsya, Îraq û Herêma Kurdistanê de dinêrin.
Wan daxwaza xwe ya ji bo berfirehkirina hevkariya di warên cuda de dupat kir.”
Nêçîrvan Barzanî û Yaşar Guler: Pêvajoya aştiyê girîng û dîrokî ye
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di daxuyaniyekê de got:
“Her du alî li ser girîngiya bipêşxistina karên hevbeş û hevahengiyê ya di navbera welatên herêmê de, ji bo parastina aramiyê û dûrxistina herêmê ya ji pirsgirêk û aloziyan hevfikr bûn.”
Serokatiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di civînê de pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û hevkariya ji bo “parastina aramiya herêmê” hatin gotûbêjkirin.
Her wiha derbarê rewşa Îraqê û pêşhatên herêmê bîr û raman guherîn.
Serokê Herêma Kurdistanê bi Ahmed Aboul Gheit re civiya
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ahmed Aboul Gheit re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku di civîna Nêçîrvan Barzanî û Ahmed Aboul Gheit de pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê li gel Komkara Erebî hatin nirxandin.
Her wiha derbarê pêwendiyên Hewlêr - Bexdayê, pêşhatên siyasî yên Îraq û herêmê, girîngiya parastina aramiyê û bihêzkirina diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyan nêrînên xwe parve kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Nêçîrvan Barzanî ji bo parastina aştî û seqamgîriyê li herêmê pesnê hewlên Komkara Erebî daye.
Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê rola Ahmed Aboul Gheit Komkara Erebî ya di nêzîkkirina nêrînên dewletên endam de, bi erênî nirxand.
Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê Ahmed Aboul Gheit pêşveçûn û rola Herêma Kurdistanê ya di parastina aramî û seqamgîriyê li Îraq û herêmê de bi girîng bi nav kir.
Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Yekîtiya Ewropayê civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê ji bo Herêma Kendavê Luigi Di Maio, îro di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de li ser xurtkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê de û zêdekirina hevkariya hevbeş di warên cuda de li hev kir.
Di civînê de her wiha bipêşketinên herêmî û navneteweyî û bandora van bipêşketinan li ser Îraq, Kurdistan û herêma Kendavê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan, bal kişand ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê li herêmê û tekez kir ku divê di çareserkirina pirsgirêkan de têgihîştina hevbeş û diyaloga aştiyane were bipêşxistin.
Her wiha alî li ser dûrxistina herêmê ya ji aloziyên zêdetir hev fikir bûn.