Tirkiyeyê bersiv da: Îsraîlê jeta Lîbyayê xist?
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu derbarê firokeya Libyayê ya ku li Enqereyê ketibû de daxuyaniyek da.
Uraloglu bersiva îdiaya Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Denîz Yavuzyilmaz a “sabotaja Îsraîlê” da û ev îdia red kir.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Denîz Yavuzyilmaz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kiribû.
Yavuzyilmaz di peyama xwe de gotibû, "Di aprona ku balafira Libyayê lê bû de, jeteke gumanbar a Îsraîlê saetek û 41 xulek ma.
Jeta Libyayê piştî rabûna jeta Îsraîlê firiya û 15 xulek piştî firînê ket xwarê."
Wezîr Uraloglu li ser vê îdiayê wiha axivî:
"Gava em bi giştî lê dinêrin, em ti sabotajekê nabînin. Tiştekî wiha nîne. Tespîteke me ya bi vî rengî nîne."
Uraloglu diyar kir ku dê biryara dawî piştî rapora serdozgeriyê û tîmên wan ên lêkolîna qezayan were eşkerekirin.
"Ti belgeyên ku em pê bikevin gumanan nînin"
Uraloglu da zanîn ku balafirgeh 24 saetan tên şopandin û got:
"Ez dikarim bi zelalî bibêjim ku ji xeynî personel, karmendên firokeyê û xebatkarên xizmetên erdê ti kesî dest nedaye firokeya Libyayê."
Wezîr Uraloglu diyar kir ku li gorî rêkarên asayî yên hewavaniyê mesafeya pêwîst di navbera her du firokeyan de hebûye û pê de çû:
"Di vî warî de heta niha ti belge nîne ku em bi rastî pê bikevin gumanan.
Lê ez gelekî zelal dibêjim, dikare belgeyan ji me re jî bişîne. Dikare bi raya giştî re jî parve bike."
Uraloglu xwest ku raya giştî bi îdiayên spekûlatîv neyê westandin û anî zimên:
"Em bawer nakin ku tiştek bi ber çav neketibe. Heger hebe jî em dê tiştê pêwîst bikin.
Em li ser vê bûyerê radiwestin û em dê xebatên xwe bidomînin."
Çi bûbû?
Balafira taybet a ku Sererkanê Libyayê Mihemed Elî Ehmed Hedad, 4 kesên pê re û 3 karmendên balafirê tê de bûn, 23yê Kanûna Pêşîn a 2025an li nêzîkî navçeya Haymanayê ya Enqereyê ket xwarê.
Di qezayê de Hedad, şandeya leşkerî û karmendên balafirê canê xwe ji dest da.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser bûyerê lêpirsînek da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de bi koordînatoriya alîkarê serdozgerê komarê 4 dozgerên komarê hatin wezîfedarkirin.