Şêwirmendê Erdogan: Reformên berfireh dê werin kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum got, “Di qadên demokrasî û hiqûqê de dê reformên berfireh werin kirin.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKKyê fesix kir, têkoşîne çekdarî û karên bi navê PKKyê tên kirin hemû bi dawî kirin.

Mehmet Uçumê Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî vê yekê bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Uçum got ku Kurd û Tirkan bi hev re Komara Tirkiyeyê ava kiriye û li pey çû:

“Kurd pêkhateyên resen ên avaker ên miletê Tirk in.

Kurd bi sifetê parçeyekî ku jê cuda nabe avaker û xwediyên timî yên Komara Tirkiyeyê ne.

Komara Tirkiyeyê dewleta neteweyî ya Kurdan e jî.

Sedsala Tirkiyeyê sedsala Kurd û Tirkan e.”

“Reformên berfireh dê werin kirin”

Mehmet Uçum diyar kir ku ji bo Tirkiyeyê “demeke dîrokî” dest pê dike û anî zimên:

“Serdema nû dê Tirkiyeyê ji her aliyî ve bihêztir bike. Di warê demokrasî û hiqûqê de reformên berfireh dê werin kirin û em dê derbasbûna qonaxeke nû bibin ku demokrasî û hiqûq şênber dibin.”