Hakan Fîdan û Eshed Şeybanî civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybaniyê ku ji bo Civîna Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye-Urdin-Sûriyeyê hatibû Enqereyê qebûl kir.
Heta niha derbarê civînê de tu daxuyanî nehatiye dayîn.
Tê pêşbînîkirin ku di Civîna Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye-Urdin-Sûriyeyê de, bipêşveçûnên herêmê û rewşa ewlehiyê bên gotûbêjkirin.
Het ragihandin ku Hakan Fîdan di civînna wezîran de dê tekezî li ser piştgiriya bihêz a Tirkiyeyê ji bo hewlên Hikûmeta Sûriyeyê yên ji bo ewlehî û aramiya welêt bike.
Li gorî agahiyan Fîdan dê balê bikişîne ser helwesta Îsraîl ya li herêmê ya li dijî welatên herêmê.
Tê plankirin ku Fîdan di çarçoveya civînê de bi hevkarê xwe yê Urdunî re jî hevdîtinên dualî pêk bîne.