Salih Muslim: Bila Tirkiye were em bi hev re li dijî DAIŞê şer bikin

12-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, diyar kir ku çekdarên DAIŞê dixwazin êrişî hemû destkeftên kurdan çi li Rojava çi li Başûr bikin. Muslim, her wiha bang li Tirkiyê kir û got, madem Tirkiye dibêje DAIŞ bûye metirsî wê demê çima em dest nedin hev.

Ev çend roj in çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) êrişî deverên mîna Mûsil, Tikrît û Dûzxurmatî û hinek deverên din ên Iraqê kirine û heta niha jî şer û pevçûn di navbera wan û artêşa Iraqê û li hinek cihan jî di navbera wan û hêzên Pêşmerge de didome û heta niha gellek kes di şerê han de hatine kuştin.

Li ser vê yekê, hevserokê PYDê Salih Muslim ji televîzyona imctv ya Tirkiyê re axivî û got, rêxistinên mîna DAIŞê ji aliyê hêzên din ve tên bikaranîn ji ber ku ti stratejiyeke wan tine.

Salih Muslim, anî ziman ku DAIŞ him li Rojava û him jî li Başûrê Kurdistanê êrişî destkeftên kurdan dike her wiha zirarê dide Tirkiyê jî û wiha axivî: “Madem Tirkiye dibêje ev rêxistin bûye metirsî li ser me wê demê çima nayê em bi hev re li dijî vê şer bikin.”

Hevserokê PYDê ragihand, wan beriya niha jî banga hevkariyê li Tirkiyê kirine lê Enqerê bersiva wan nedaye.

Tê zanîn, DAIŞê piştî ku Mûsil girt nêzîkî 45 dîplomat û karmendên Konsulxaneya Tirkiyê û 31 şofêrên kurd ên Kurdistana Tirkiyê li Mûsilê revandibû.

DAIŞê şofêr berdan lê heta niha dîplomat û karmendên konsulxanê di destê wan de ye. Di nav girtiyan de konsulê Tirkiyê yê Mûsilê, Ozturk Yilmaz jî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst