Yerlîkaya: Me 5 kesên ku bi bultena sor lêgerîna wan hebû anîn Tirkiyeyê
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku 5 kesên ku bi bultena sor lêgerîna wan hebû, li Gurcistanê hatine girtin û ew li Tirkiyeyê vegerandine.
Alî Yerlîkaya derbarê kesên ji Gurcistanê vegerandine li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Yerlîkaya di daxuyaniya xwe de got, “Me 5 sucdarên ku em bi bultena sor li wan digeriyan anîn Tirkiyeyê."
Wî da zanîn ku A.A.Y, A.D. û O.Ç. yên ku bi bultena sor lêgerîna wan hebû, her wiha Î.K û G.Y yên ku li asta navneteweyî lêgerîna wan hebû li Gurcistanê hatine girtin û li Tirkiyeyê hatine vegerandin.