Ahmet Turk spasiya Erdogan kir

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd û hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, derbarê pêvajoya nû spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir.

Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA), Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, bi rêya telefonê li gel Ahmet Turk axivî.

Di pêwendiyê de, Ahmet Turk hêvî kir ku ew pêvajoya ku bi danîna çekan a PKKyê re berdewam dike bibe wesileya xêrê.

Ahmet Turk her wiha spasiya Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli jî kir û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de ked û piştgiriya Erdogan û Bahçeli gelekî girîng e.

Turk kêfxweşiya xwe anî ziman ku pirsgirêka ku ji demeke dirêj ve berdewam dike gihîştiye qonaxa çareseriyê û got:

“Ev geşedan hem ji bo aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê hem jî ji bo paşeroja hevpar a gelên herêmê hêvîbexş in.

Binyatên biratiyê dê ji niha û pê ve gelekî bihêztir bin.”