Otobusa Meletiyê li Boluyê qeza kir: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Boluyê ya Tirkiyeyê, otobusa rêwiyan a Meletiya Bakurê Kurdistanê li barhilgirê da û di encamê de kesek mir û 10 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Otobana Anadoluyê ya li Boluyê, îro otobusa ku ji Stenbolê ber bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê diçû, ji paş ve li barhilgirekê da.

Di encama qezayê de şofêrê otobusê Gurkan G. mir û 10 rêwî jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda.

Ji ber qezayê li aliyekî rê ji çûn û hatinê re hat rawestandin.