Şewata li Çanakkaleyê: Vîla û otomobîl şewitîn, gund hatin valakirin

Çanakkale (Rûdaw) - Şewata li daristanên bajarê Çanakkaleyê berdewam dike. Tîmên agirvemirandinê hem ji bejayê ve û hem ji hewayê ve hewl didin ku agirê daristanên Çanakkaleyê vemirînin.

Li herêmên şewatê li 3 gundan 2 hezar û 90 kes hatin tehliyekirin.

Hîn jî sedema şewatê ne diyar e. Lê şewata herêma Guzelyaliyê herî zêde zirar û ziyanê da Sîteya havîngehê ya Çamlibelê.

Li sîteyê 5 xanî bi temamî şewitîne, 5-6 xanî jî zirar û ziyan lê ketine.

Li Tirkiyeyê di rojên dawî de afat, bobelat û karesatên xwezayî li ser hev diqewimin.

Rojekê li bajarekî erdhej çêdibe, dotina rojê jî agir bi daristan û taxên bajarekî din digre.

Şewata ku 11ê Tebaxê li herêma Guzelyaliyê ya Çanakkaleyê derket, ji ber bayê xurt bi lez li derdorê berbelav bû.

Ji ber şewata daristanan a li herêma betlaneyê ya Guzelyaliyê ya bajarê Çanakkaleyê xaniyên welatiyan jî şewitin. Yek ji wan ziyandîtiyên şewatê Hayrî Bellî ye.

Agirê daristanê mala wî jî da ber xwe û şewitand.

Hayrî Belliyê 65 salî ku ji ber stres û qelebalixiya Stenbolê ev çend sal in xwe avêtibû vê derê da bêhna xwe vede niha bêmal maye.

"Wekî roja qiyametê bû"

Ziyandîtiyê şewatê Hayrî Bellî wiha behsa derketina agirt kir:

"Ji vir 2 kîlometre wêdetir min dûxan dît. Di nava deqîqeyekê de jî min ji nişka ve agir dît. Ba pir bihêz bû.

Her kes di nav tirsê de bû, wekî roja qiyametê bû. Meriv li pey xwe nanêre, êdî kes nakeve xema kesî.

Pisîkên me hebûn, me nikaribû wan jî bianiya. Zirarên me yên madî zêde ne helbet.

Lê tişta em pê xemgîn dibin ew e ku ev xweza û daristanên ku di nava 15-20 salan de şîn dibin êdî namîne.”

Şewata herêma Guzelyaliyê herî zêde zirar û ziyanê daye Sîteya Çamlibelê.

Li vir 5 xanî bi temamî şewitîne, 5-6 xanî jî zirar û ziyan lê ketine.

Her wiha 6-7 otomobîl û bi dehan bisiklêt jî şewitîne. Li gorî niştecihên sîteyê, edî ev bihuşta wan a li kêleka behrê ji wan re bûye dojeh.

"Me bi zorê canê xwe xilas kir"

Ziyandîtiya şewatê Nesrîn Dîlmenê got, "Ev daristan jixwe tim dişewitî, derdora wê jî wisa.

Me bi zorê canê xwe xilas kir, me xwe avêt ber derî. Helîkopterek derbas bû.

Pişt re çi qewimî nizanim. Cînarên min hatine, deriyên malê vemirandine, nexwe wê agir bi hundirê malê biketa.”

Ziyandîtiyê şewatê Can Tandemir wiha axivî "Ev daristaneke hişk e. Jixwe em ji vir ditirsiyan. Hîn jî agir pê dikeve, axa wê kelegerm e.

Em bi derfetên xwe avê lê dikin. Bi ti awayî nayên vir sar nakin. Jixwe dereng midaxele kirin.”

Ziyandîtiya şewatê Berrak Damlayanê got, "Em gelekî pê xemgîn bûn.

Li mala me xisareke mezin tune ye, hema dîsa me xwest em werin vir.

Me got em werin alîkariya derûcîranan. Ev der berê pir xweş bû. Bi dar û ber û şîn bû.

Heywan hebûn. Lê niha her der bûye tehnî. Bûye wekî dojehê. Heyf.”

Xebatên midaxeleya agirê li daristanên li Guzelyali, Erenkoy û herêma Întepeyê ya Çanakkaleyê berdewam dikin.

Li li 3 gundên herêma şewatê 2 hezar û 90 kes hatin tehliyekirin.

Tîmên agirvemirandinê hem ji bejayê ve û hem ji hewayê ve hewl didin agir vemirînin. Lê agir hêj bi temamî nehatiye kontrolkirin.

Gundiyên Erenkoyê yê navenda Çanakkaleyê, di nav tirs û xofê de li bendê ne ku êdî agir bi temamî were kontrolkirin.

Berê jî agir bi vê daristanê ketibû

Niştecihê Erenkoyê Vasfî Yaman got, "Di salên 2007an de dîsa li vir agir bi daristanê ketibû û ev der bi temamî bûbû xwelî.

Niha car din li ber çavên me dişewite. Pir zor e. Ez gelek hestiyar bûm ya rast. Lewra xweş midaxele kirin. Ji her cihê hatin vir.”

Xebatkarê Îdareya Taybet a Walîtiya Çanakkaleyê Yahya Turker wiha behsa xebatên agirvemirandinê kir.

"Em ji duh ve li qada şewatê ne. Çi ji destê me tê em dikin. Lê ji ber sedema bayê şewat her diçe mezin dibe.

Em avê ji bo makîneyên kar dikşînin. Em bi gundiyan re mil bi mil dixebitin.”

Niştecihê Guzelyaliyê Şenol Dursun got, "Em li derve bûn, me got jixwe xaniyê me şewitî ye.

Lê şikir ji Xwedê re mala me saxlem e. Lê mala hin cînaran zirat dîtiye.

Mixabin bi şev ti xebat tunebû. Bes bi tankêran midaxeleyî hin deveran dikirin, lê ew jî têrî nedikir.”

77 kes birîndar bûn

Li aliyê din ji ber dûxana şewatê 77 kes ji bo nexweşxaneyê hat rakirin. Rewşa wan a tendurustiyê bi başî tê dîtin.

Her wiha rêya Çanakkale û Îzmirê û Balafirgeha Çanakkaleyê ku piştî şewatê hatibûn daxistin car din hatin vekirin.

Beriya rojekê ev der sîteya havîngehê bû, niştecihên wê bi şên û şahî bûn. Lê agirê ku bi daristana 2-3 kîlometre dûrî wan e ketibû, wekî birûskek di nava çend deqeyan de ev der û ber da ber xwe û çi ket pêşiya wê şewitand.

Niha ji wan vîlayên havîngehê ev kavilên wêrane mane ku dişibihe bermayîya şerekî.