MÊRSÎN - Êrişî malbatekê hatibû kirin: 'Wan pitika min li erdê da'
Hewlêr (Rûdaw) - Êrişkarên ku li Mêrsînê êrişî malbata Kurd kiribû û li jin û zarokan dabûn hatin berdan.
Li gundê Kîsecîkê yê navçeya Çamliyaylayê ya Mersînê, malbateke Kurd ji ber ku bi Kurdî diaxivî, rastî êrişeke nijadperestî hat.
Di êrişê de Adnan Nazli bi giranî birîndar bû û ew rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Tarsûsê.
Li gorî agahiyan, malbata ji Êliha Bakurê Kurdistanê doh dema ji seyranê vedigeriya, li gundê Kîsecîkê ji aliyê komekê ve ku muxtarê gund jî di nav de bû, hat rawestandin.
Êrişkaran ji malbatê re got, "Ev der Komara Tirkiyeyê ye, hûn çima bi Kurdî diaxivin?" û li endamên malbatê dan ku di nav wan de jin û pitikeke 3 mehî jî hebûn.
Yek ji endamên wê malbatê Şenol Avci ku bi xwe jî rastî wê êrişê bû mêvan Rûdawê û derbarê êrişê pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
“Çima bi Kurdî diaxivî"
Li ser derketina pêvçûnê Senol Avci got, “Em bi du erebeyan ji seyranê vedigeriyan. Erebeyeke me li pêş diçû û di navbera me wê de 10 deqîqe hebûn.
Ji yên me re gotine `hêdî biçe` û xeberan ji wan re gotine. Yên me jî gotiye `Eyb e zarokên min li ba min in tu çima xeberan didî.`
Ji yê me re gotiye `ne peyîve` û kulmek lêdaye û wan ji erebeyê danîne û li wan dane.
Piştre xesûya min bi Tirkî nizane derketiye gotiye `Ji bo Xwedê, ji bo Mihemed dev ji me berdin, dev ji zarokên min berdin ti sûcê me tune hûn çima li me didin.`
Wan (êrişkar) gotiye ev der Dewleta Tirkiyeyê tu çima bi Kurmancî diaxivî û li wan dane.`”
Şenol Avci diyar kir ku yên ku êrişî wan kiriye xelkê gund bûye û dema ku ew gihîştine cihê bûyerê êrişkaran li wan jî daye.
"Bebeka 3 mehî 2 caran li erdê dan"
Avci her wiha da zanîn êrişkar 30-40 kes bûne û li jin û zarokan dane û heta bebeka wî ya 3 mehî jî daye û ew 2 caran li erdê dane û ew rakirine nexweşxaneyê û ji mirinê filitiye.
Li aliyê din, Şenol ragihand ku li ser bûyer 11-12 kes hatine desteserkirin û lê piştî îfadeyan beyî ti kes bê girtin tev hatine berden.
Şenol vê êrişê wekî “sûcekî li dijî mirovatiyê bi nav kir” û xwest ew êrişkar bên girtin û bê sûc nemînin û li ser vê yekê wan giliyê êrişkaran jî kiriye.
Alî Bozan: Em dê şopdarên bûyerê bin
Li aliyê din, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ew û rêxistina partiya xwe çûne serdana malbatê.
Bozan anî zimên ku malbat dema ji seyranê vedigeriya rastî êrişê hatiye û got:
"Komeke faşîst ku muxtarên kevn û nû jî di nava wan de bûn, bêyî ku bibêjin pitik, zarok, kal û pîr êrişî malbatê kiriye.
Dayika me gotiye 'Ji bo xatirê Xwedê, pêxember rawestin, pitik û zarok hene', wan jî gotiye 'Ev der Komara Tirkiyeyê ye, bi Tirkî biaxive' û êrişî dayika me ya ku temenê wê ji 70 salî zêdetir e jî kirine.
Her faşîstê ku Kurdan û zimanê Kurdî qebûl nake, em jî wan qebûl nakin. Ev hovîtî ye. Bi dijminatiya Kurdan êrişkirina ser pitikê, ciwanên me û dayika me ya kal namerdî ye."
Alî Bozan da zanîn ku wekî DEM Partiyê dê şopdarên bûyerê bin û xwest ku hemû berpirsiyar bi lez bên girtin.