Enqere (Rûdaw) - Hatina Cejna Qurbanê tevgera kirrîn û firotinê li bazarên Bakurê Kurdidstanê û Tirkiyê bi giştî germ dike, lê bûyerên şer bandor li bazarê kirriye.
Cejna Qurbanê herî zêde kerî karê bazirganên qurbaniyan tê. Îsal jî bi sedan bazirganan berê xwe dane bajarên mezin ên Tirkiyê bo firotina merûmalên xwe. Lê cotkarên Bakurê Kurdistanê ku ew merûmalatê xwe dibin Enqere dibêjin îsal kar nebaş e. Xelkê enqere jî gazinda wê yekê dikin ku bihayê qurbaniyan zêde bûye.
Firoşkarê bazarê pirranî kurd in. Beşek ji wan kurdan ji Bakurê Kurdistanê hatine beşek jî Kurdên Anatolya Navîn in. Hindek ji wan ji halê xwe û bazara xwe memnûn in lê hindek hê jî negişhtine armanca xwe.
Firoşkerekî Kurd li Enqerê ji Rûdawê re wiha got: “Me 27 heywan anî bû, me 21 jê firotin maye 6 heb., firotinam me jî rind e. Înşelah em dê wan jî biforşin. Mişterî tên em bazarî dikin carnan em lihev dikin difiroşin carnan jî nabe bazara me xweş nabe.”
Firoşkerekî din jî got: “Min malê xwe ji Agiriyê aniye. Di serî de bihayê heywanan baş bû. niha biha daketiye û erzan bûye. Heywan nayê firotin. Îro em xwe kom dikin. Sibê înşelah em xilas bikin baş e.”
Kiryarên bazarê jî heta qurbaniyekê dikirin seredana dehan çadiran dikin ûı gellek caran jî ew dê destê bi dehan firoşkaran hêjîn lê bazara wan dîsa jî bi ser nagirit û ew dest vala bimînin.
Hindek bazirganên vê bazarê bi şadî û kêfyxweşî hindek jî bi xemgînî dê hêviyên xwe ragirin heta cejneke dî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse