Amed (Rûdaw) – Birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan diyar kir ku birayî li Îmraliyê jê re gotiye: “Heger ku dewlet amade be, ez ji bo çareseriyê amade me.”
Birayê Reberê PKKê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan piştî duh li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anî îro li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyanî da.
Mehmet Ocalan diyar kir ku ev 2 sal in tecrît li ser biryaî Abdullah Ocalan heye û got lê tenduristiyê wî baş e.
Ocalan da zanîn birayî gotiye ne wan pêvajoya çareseriyê qedandiyê û derbarê vê yekê de jî birayî wiha gotiye:
“Porjeyên min ên ji bo çareseriyê hene. Ger ku projeyên dewletê jî hebin û dewlet amade be bila heyetê bişîne. Bila 2 mirovên xwe bişîne em çareser bikin.
Heger ku dewlet qebûl bike ez dê di nava 6 mehan de pirsgirêkê çareser bikim. Ez amade me. Dewlet jî amade be bila kerem bike. Ger dewlet samîmî bûya niha ji zûde ev pirsgirêk çareser bûbaya. Gelê vî welatî vê neheqiyê heq nake.”
Mehmet Ocalan dest nîşan kir ku Abdullah Ocalan gotiye pirsgirêk yek alî çareser nabe û aliyê herî mezin dewleta Tirk e û heger ku dewlet, dewlet hiqûq be, divê parezer û heyetekê bişîne Îmraliyê.
Mehmet Ocalan anî ziman ku tenduristiya Ocalan baş bû û wiha domand: "Birêz Ocalan got 'Sibê Cejna Qurbanê ye. Heger ku li welatekî rojê 40 mirov bên kiştin ev cejn nabe cejn."
Gireve birçîbûnê bidawî hat
Piştî axaftina Mehmet Ocalan li ser navê kesên tevlê girêva birçîbûnê bûne Leyla Guven dest bi axaftinê kir.
Guven di axaftina xwe de tayînkirina qeyûman şermezar kir û got "me daxwaz kir ku em ji birêz Abdullah Ocalan agahiyê bigirin."
Guven da zanîn ku ji ber ku wan ji Ocalan agahî girtine û daxwaza bi cih hatiye ew weke koma girêva birçîbûnê dawiyê li çalakiya girêva birçîbûnê tînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse