Malbat û zarokên Kurd perwerdeya bi Kurdî dixwazin

12-09-2023
Omer Sonmez
Li Tirkiyeyê heyama perwerdeyê bêyî Kurdî dest pê kir
Li Tirkiyeyê heyama perwerdeyê bêyî Kurdî dest pê kir
Nîşan Tirkiye Perwerde Zimanê Kurdî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) -  Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heyama nû ya perwerdeyê dîsa bêyî perwerdeya bi Kurdî dest pê kir.

Li Tirkiyeyê perwerde tenê bi zimanê Tirkî tê dayîn û rê nayê dayîn ku Kurd û neteweyên din bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin.

Malbatên Kurd yên li Stenbolê, ji ber perwerdeya Tirkî ya mecbûrî bi gilî û gazin in.

Ew dixwazin ku zarokên wan bi zimanê Kurdî perwerdeyê bibînin.

Perwerdekar destnîşan dikin ku perwerdeya bi zimanê zikmakî li gorî pedagojiyê ye û lazim e ku her netewe bi zimanê xwe bê perwerdekirin.

Aslan Dilenê ku ev 25 sal in li semta Tarlabaşiyê ya Stenbolê dijî, di roja ewil a perwerdeyê de çûye pêşiya dibistanê da kurê xwe yê Umut bibe malê.

Umutê ku diçe pola 4an, heta dest bi dibistanê dike jî li malê bi Kurdî dide û distîne lê ew jî wek bi mîlyonan zarokên Kurd li dibistanê di encama perwerdeya bi zimanê Tirkî de, ji xeynî çend peyvan êdî nikare bi Kurdî biaxive.

Xwendekarê Kurd Umut Dilen got, “Ez Kurmancî hindik dizanim. Ez dixwazim bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînim.”

“Zimanê her kesî heye lê zimanê me Kurdan nîne”

Welatiyê Kurd Aslan Dilen jî da zanîn ku ew li malê bi Kurdî diaxivin û got:

“Em li malê bi Kurdî xeber didin da zarokên me zimanê xwe winda nekin. Em dixwazin zarokên me bi zimanê xwe perwerde bibînin.

Zimanê her kesî heye lê zimanê me Kurdan tune. Ev tişt neheqî ye.”

Malbatên Kurd ji ber perwerdeya Tirkî bi gazin in

Malbatên Kurd ên li Stenbolê, ji ber perwerdeya Tirkî ya mecbûrî bi gilî û gazin in. Ew dixwazin ku zarokên wan bi zimanê Kurdî perwerdeyê bibînin.

Malbat didin zanîn, dema zarokên wan li dibistanê dest bi perwerdeyê dikin têkiliya wan û zarokan ji Kurdî êdî derbasî Tirkî dibe û ev yek dibe sedema asîmîlebûna zarokên wan.

Dayika Kurd Sebihayê jî got, “Bi her awayî zarok dikarin Tirkî hîn bibin. Bila zarok Kurmanciya xwe ji bîr nekin.”

“Em dersa Kurdî dixwazin”

Dayika Kurd Aynurê jî got, “Em dixwazin zarokên me bi Kurmancî jî derse hildin. Em hez nakin ku zimanê dayikê winda bibe.”

Dayika Kurd Medihayê jî anî ziman, “Çawa her kes bi zimanê xwe xeber dide û perwerdeyê dibîne, em jî dixwazin wisa zimanê xwe fêr bibin. Em vê yekê ji her tiştî pirtir dixwazin lê ji deste me tiştek nayê.”

Xwendekara Kurd Dilarayê jî got, “Ez Kurmancî dixwazim.”

Xwendekarê Kurd Ehmed wiha axivî:

“Eger em bi Kurmancî hînî xwendin û nivîsandinê bibin wê gavê dê Kurmanciya me pir bi pêş bikeve.”

Sendîkaya perwerdeyê EGITIM-Sen, salên dirêj e ku li Tirkiyeyê têkoşîna perwerdeya bi zimanê zikmakî dide.

“Lazim e her netewe bi zimanê xwe bê perwerdekirin”

Perwerdekar destnîşan dikin ku perwerdeya bi zimanê zikmakî li gorî pedagojiyê ye û lazim e ku her netew bi zimanê xwe bêne perwerdekirin.

Derbarê vê mijarê de Sekreterê Şaxa 7an a Egitim Sen a Stenbolê Yakup Kaya got:

“Lazim e ku her zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya xwe bibînin. Jixwe yek ji esasên zanista pedagojiyê ev e ku zarok bi zimanê xwe perwerde bibin.”

11ê Îlonê, li tevahiya Tirkiyeyê 20 milyon û 481 hezar xwendekaran li pêşdibistan, dibistanên seretayî, navîn û li lîseyan dest bi perwerdeyê kir.

Hejmara mamosteyan jî milyonek û 178 hezar e lê ji bo dersa bijare ya Kurdî tenê 132 mamosteyên Kurdî hatine erkdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst