Li Muglayê erdhejeke bi hêza 4,1 pileyan çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Koycegîzê ya parêzgeha Muglayê erdhejeke bi mezinahiya 4,1 pileyan çêbû.
Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhej saet 06:40î çêbûye.
Li gorî AFADê, kûrahiya erdhejê 12,04 kîlometre bûye.
Heta niha li ser hebûn an nebûna xisarên erdhejê ti agahî nehatine belavkirin.