Li Çanakkaleyê belema masîgiran bin av bû: 3 kes xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gelîboluyê ya Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê belema masîgiran bin av bû û 3 kes xeniqîn.

Salih Kocamanê 53 salî û hevalên wî Ayhan Yavaşê 40 salî, Mustafa Yaldizliyê 46 salî û Orhan Yavaşê 43 salî, ji bo girtina masiyan ji bendera Guneyliyê bi belemê ber bi Kendava Sarosê ve bi rê ketin.

Belema wan ji ber sedemeke nediyar bin av bû.

Di bûyerê de Orhan Yavaş bi derfetên xwe ji avê derket lê Ayhan Yavaş û Mustafa Yaldizli xeniqîn. Salih Kocaman jî winda bû.

Tîmên Fermandariya Ewlehiya Beravan ji bo dîtina Kocaman dest bi xebatê kir.

Tîman termên Yavaş û Yaldizli birin Nexweşxaneya Dewletê ya Gelîboluyê.

Piştî demekê termê Salih Kocaman jî hat dîtin û ji avê hat derxistin.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.