CHP: Çûna Îmraliyê nehatiye rojeva me
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Koma Partiya Gel a Komarî (CHP) Murat Emîr, daxuyaniyên derbarê serdana komîsyoneke parlamentoyê ya Îmraliyê red kirin û ragihand ku ev mijar qet nehatiye rojeva wan.
Endama Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê ragihandibû ku tê plankirin şandeyeke 5 kesî ya ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoyê here Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re bicive.
Piştî van daxuyaniyên Pervîn Buldanê, Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr da zanîn ku di civînên komîsyonê û civînên amadehiyê yên bi serokatiya Serokê Parlamentoyê de mijara çûna Îmraliyê qet nehatiye gotûbêjkirin û got:
“Di rojeva Komîsyonê de çûna Îmraliyê nîne û ti nîqaş li ser vê yekê nebûye. Her wiha ti lihevkirina bi vî awayî nîne."
Pervîn Buldanê her wiha gotibû ku ji ber pênc partiyên siyasî yên di parlamentoyê de komên wan hene, dê ji her yekê kesek here Îmraliyê û egera ku Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş here Îmraliyê nîne.
Li aliyê din, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî berê dabû xuyakirin ku şandeyeke ji Komîsyonê dikare here Îmraliyê û peyamên Ocalan rasterast wergire.
“Ti nîqaşa wiha çênebûye”
Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr li ser mijarê bi vî rengî peyivî:
"Derbarê çûna Komîsyonê ya Îmraliyê de ti rojev çênebûye. Ti lihevkirin an jî nîqaş jî nîne.
Di civînên me yên berê yên Komîsyonê de yan jî di civînên me yên amadehiyê yên bi serokatiya Serokê Parlamentoyê de ku em wekî serokwekîlên koman beşdar bûne, di yekê ji wan de jî çûna Îmraliyê nehatiye rojevê.
Serokê Parlamentoyê derbarê vê mijarê pêwîst nedît ku nêrîn bên wergirtin.
Ji ber wê jî di rojeva Komîsyonê de çûna Îmraliyê nîne û ti nîqaşa wiha çênebûye. Ti lihevkirina bi vî rengî qet nehatiye kirin."