Hakan Fîdan: Em ewlehiya Sûriyeyê ji ewlehiya Tirkiyeyê cuda nabînin

12-10-2025
Nîşan Tirkiye Sûriye Hakan Fîdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan ragihand ku şandeyeke payebilind a Sûriyeyê li Enqereyê bi rayedarên Tirkiyeyê re civiya ye û got, “Em ewlehiya Sûriyeyê ji ewlehiya Tirkiyeyê cuda nabînin.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan, Wezîrê Parastinê  Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin îro  bi hevtayên xwe yên Sûriyeyî re civiyan.

Hakan Fîdan li ser hesabê xwe yê Xê derbarê civînê peyamek belav kir.

"Em dê her cure piştgiriyê bidin"

Fîdan di peyama xwe de wiha got:

“Me gavên hevpar ên ku ji bo parastina yekparçetiya axa Sûriyeyê û misogerkirina ewlehiya wê bi temamî bên avêtin, nirxandin.

Me planên xwe yên konkret bi awayekî berfireh û bi hûrgilî gotûbêj kir.

Birîvebiriya Sûriyeyê di wê hêzê de ye ku dkare pirsgirêkan çareser bike.

Em ewlehiya Sûriyeyê ji ewlehiya Tirkiyeyê cuda nabînin. Di vê rêyê de, em dê her cure piştgiriyê bidin birayên xwe yên Sûriyeyî.”

Divê were gotin ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêvebiriya Şamê de gotûbêj ji bo pêkanîna Peymanaa 10ê Adarê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst