Mehmet Uçum: Divê rola erênî ya Ocalan çêtir were fêmkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serekşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum, nexşerêya hikûmetê ya ji bo pêvajoya nû eşkere kir û ragihand ku divê "Pêvajoya Derbasbûna Tirkiyeya Bêteror" û "Pêvajoya Bipêşxistina Demokrasiyê" wekî du qonaxên ji hev cuda bên birêvebirin.
Mehmet Uçum di gotareke xwe de ku ji bo AA Analîzê nivîsandiye, diyar kir ku armanca pêvajoya derbasbûnê tenê “bidawîkirina terorê” ye û ev pêvajo bi însiyatîfa dewletê bi rê ve diçe.
Uçum da zanîn ku pêvajoya derbasbûnê demkî ye û mijara wê ya sereke bidawîkirina teqez a “terorê” ye.
Li gorî Mehmet Uçum, Ocalan û rêxistinê ev armanc pejirandine û Deklarasyona 27ê Sibatê jî delîla vê yekê ye.
Nivîsa Mehmet Uçum wisa ye:
Du qonaxên sereke
Meşa Tirkiyeya Bêteror salek li pey xwe hişt. Vê meşê bi axaftina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an a li Parlamentoya Tirkiyeyê û bi pêngava diyalogê ya heman rojê ya Birêz Devlet Bahçelî bi awayekî fermî dest pê kiribû.
Di vê demê de gelek gav hatin avêtin û gelek mijar zelal bûn. Helbet ji niha û pê ve rêyeke dirêj û gelek armancên din hene ku divê mirov bigihîjê. Lê ya eşkere ev e ku ev serdema ku dê serdema bilindbûna Tirkiyeyê amade bike du qonaxên wê yên sereke hene.
Ev pêvajoyên derbasbûnê û bipêşxistina demokrasiyê ne. Divê ev her du qonaxên sereke ti carî nekevin nav hev. Bi gotineke din, "Pêvajoya Derbasbûna Tirkiyeya Bêteror" û "Pêvajoya Bipêşxistina Demokrasiyê" divê ji hev cuda bên nirxandin.
Her wiha di xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoyê de jî mirov dikare bibîne ku ev her du pêvajo ji aliyê naverokê ve cuda tên nirxandin. Tê diyarkirin ku piştî temambûna çalakiya guhdarîkirinê, dê rapora têkildarî hiqûqa pêvajoya derbasbûnê bê amadekirin. Lê tê fêmkirin ku piştî vê, amadekirina raporeke siyasî û hiqûqî ya derbarê perspektîfa bipêşxistina demokrasiyê de dê bibe çalakiya dawî ya Komîsyonê.
Mijar û kirde
Nêzîkatiya du qonaxên sereke ji aliyê mijar û kirdeyê ve rast e:
Mijar:
- Pêvajoya derbasbûnê
- Pêvajoyeke ku bi însiyatîfa dewletê dest pê kiriye
- Wekî polîtîkayeke dewletê dimeşe
- Taybetmendiya wê ya demkî heye
- Pêvajoya bipêşxistina demokrasiyê
- Tevî ku carinan hatiye sekinandin, xwedî dîrokeke heştê salî ye
- Bi daxwaz û pêdiviyên gel derketiye pêş
- Bi siyaseta demokratîk a ku pişta xwe dispêre gel bi pêş dikeve
- Piştî temambûna pêvajoya derbasbûnê dê derbasî qonaxeke nû bibe
- Bernameyeke demokrasiyê ya dînamîk a bi însiyatîfa gel e
- Taybetmendiya wê ya mayînde heye.
Ji ber vê yekê, dema ku mijarên her du pêvajoyan tên diyarkirin, divê ev cudahiyên naverokî li ber çavan bên girtin.
Mijara pêvajoya derbasbûnê
Armanca ku bi pêvajoya derbasbûnê tê xwestin, Tirkiyeyeke Bêteror e. Ew bidawîkirina terorê ya bi awayekî teqez û mayînde ye. Diyar e ku Ocalan û rêxistinê ev armanc pejirandine. Deklarasyona 27ê Sibatê, biryara fesixkirinê û çalakiya şewitandina çekan jî delîlên vê yekê ne. Di vê pêvajoya ku sînorên wê diyar in de, ne mimkin e ku her mijara têkildarî bipêşxistina demokrasiyê û her daxwaza derbarê pêvajoyên bicihanînê li ber çavan bê girtin. Hemû mijar û daxwazên ku tên rojevê, di çarçoveya hiqûqa pêvajoya derbasbûnê de nayên nirxandin. Zordariyeke bi vî rengî, dê zerereke cidî bide xebata tespîtkirina rast û zelal a hêmanên hiqûqa pêvajoya derbasbûnê.
Pêdiviyên pêvajoya derbasbûnê, mijarên ceza û înfazê yên endamên çalak û piştgir ên rêxistina terorê ya fesixbûyî û mijarên beşdarbûn û entegrasyona jiyana civakî û aborî ne, ji bilî yên ku divê li derveyî welat bimînin. Derxistina yasayeke ku van mijaran li xwe digire, bi lezgînî û bi lihevkirineke berfireh, gelekî girîng e.
Di vê xalê de, ev yasaya ku em jê re dibêjin yasaya pêvajoya derbasbûnê, dikare bi xwedîbûna taybetmendiyên "yekanebûn, taybetmendî, gişgîrî, yekparçeyî" û bi bûyîna yasayeke yek-demkî û taybet pêk were.
Helbet nêzîkatiya gişgîr û yekparçe ya li vir, wekî rêbazeke giştî nayê qebûlkirin. Ji bo kesên di rewşên cuda de ne, bicihanîna rêzikên cuda ne tenê ji bo cudakirina rêxistina terorê ya fesixbûyî ji rêxistinên din ên terorê pêwîst e. Ev prensîbeke îstîsnayî ye ku cudahiyên di nav rêxistina terorê ya fesixbûyî bi xwe de jî li ber çavan bigire. Li gorî vê, hiqûqa endamên rêxistina terorê ya fesixbûyî (ji bilî yên ku dê bi zorê li derveyî welat bimînin) bi yek nêzîkatiyeke hiqûqî û bi mentiqekî giştî nayê nirxandin. Cudahiyên di nav van hêmanan de, ji aliyê hiqûqa pozîtîf ve, pilekirin û pîvankirinê ferz dike. Ji aliyê çarçoveya destûrî ve jî ji bo kesên di rewşên cuda de ne, bicihanîna rêzikên cuda pêwîstiyek e.
Mijara pêvajoya bipêşxistina demokrasiyê
Bipêşxistina demokrasiyê, bi gotina Serokkomarê me Erdogan, bicihanîna "bernameya reformê ya ku armanca wê demokrasiyeke zêdetir, azadiyeke zêdetir û dewleteke bibandortir e." Di vê çarçoveyê de reformên berfireh ên hiqûqê û armanca destûreke nû di rojevê de ne.
Hemû mijarên ku dê demokrasiyê bi pêş bixin, hemû daxwazên pêşvebir ên têkildarî bicihanînê dê bibin mijara vê pêvajoyê. Mijar û daxwazên vê pêvajoyê nikarin bibin şertê pêvajoya derbasbûnê û li pêşiya wê neyên derxistin. Divê neyê jibîrkirin ku temambûna pêvajoya derbasbûnê ne dawî lê dê bibe destpêkek.
Kirde
Hem li Tirkiyeyê, hem jî li herêmê, di nûnertiya siyasî ya Kurdan de ti carî yekdestî nîne, berevajî vê, cihêrengiya nûnertiya siyasî heye. Ev rastî, ji bo fêmkirina rast a serdema ku em tê de dijîn û dîtina zelal a cudahiyên naverokî yên di navbera pêvajoya derbasbûnê û pêvajoya bipêşxistina demokrasiyê de gelekî girîng e.
Kirdeyên pêvajoya derbasbûnê
Ji ber ku pêvajoya derbasbûnê armanc dike ku dawî li teror û siyaseta tundiyê bîne, di çarçoveya çalakiya dewletê de kirdeyên li vir ev in;
Damezrînerê rêxistina fesixbûyî Ocalan,
Pêkhateya birêvebir a ku li gorî îradeya Ocalan biryara fesixkirin û biryara teqez a danîna çekan daye,
Derdorên siyasî û civakî yên pêwendîdar ên li hundir û derve.
Wekî ku tê dîtin, pêvajoya derbasbûnê ya ku bi van kirdeyan re tê meşandin, ne pêvajoyeke ji bo hemû Kurdên li Tirkiyeyê û li herêmê ye. Ji ber vê yekê, ne mimkin e ku kirdeyên li vir wekî nûnerên hemû Kurdan bên qebûlkirin û li ser navê hemû Kurdan biaxivin. Berevajiya vê jî rast e. Di pêvajoya bidawîkirina teror û siyaseta tundiyê de, ji bilî Ocalan û yên girêdayî îradeya wî, ne mimkin e ku nûnerên derdorên siyasî yên cuda bibin kirde.
Bi kurtasî, cihêrengiya di nûnertiya siyasî ya Kurdan de tenê dikare di pêvajoya bipêşxistina demokrasiyê de bikeve dewrê. Di pêvajoya derbasbûnê ya têkildarî bidawîkirina teror û siyaseta tundiyê de, çarçoveya vê yekê nîne.
Kirdeyên pêvajoya bipêşxistina demokrasiyê
Pêvajoya bipêşxistina demokrasiyê, têkildarî daxwaz û pêdiviyên hemû beşên miletê Tirk, gel û civakê ye. Ji ber vê yekê, kirdeyên pêvajoya bipêşxistina demokrasiyê ev in:
Di serî de Parlamentoya Tirkiyeyê, hemû saziyên Tirkiyeyê
Partiyên siyasî yên demokratîk
Hemû hêmanên ku siyaseta demokratîk wekî zemîna yekane ya meşrû dibînin
Saziyên formel
Rêxistinên torê
Hemû kesên takekesî û kolektîv
Helbet divê bê pêşbînîkirin ku di pêvajoya bipêşxistina demokrasiyê de, hemû mijarên Tirkiyeyê û herêmê êdî wekî mijarên hevbeş ên Tirkiyeyê bên nirxandin. Di wê qonaxê de, nirxandina hemû mijaran ne li ser siyaseta nasnameyê lê li ser siyaseta welêt û bi awayekî gişgîr dê bibe yekane nêzîkatiya rast.
Ev pêvajoya ku dê bi perspektîfa reformeke mezin a hiqûqê û destûreke nû bimeşe, hemû beşên demokratîk ên ku piştgiriyeke çêker û bi bandor didin pêvajoya derbasbûnê, derdixe pêş. Kirdeyên pêvajoya derbasbûnê jî digihîne nuqteyeke gelekî bibandor û gişgîr a di siyaseta demokratîk a welêt de.
Mijara ziman
Gotarên ku bi taybetî dînamîkên pêvajoya derbasbûnê li ber çavan nagirin û hinek xwenîşandanên ku di warê dîmenî de çalakiyên fikrî ne, di rojên dawî de dîsa hewl tê dayîn ku derkevin pêş. Ev, bêyî ku li niyetê binêrin, wisa nîşan didin ku sabotajên fikrî li pêvajoyê tên kirin.
Hinek derdor ji aliyê xwe ve zimanê aliyê din gilî dikin û dipirsin çima rê li ber wan nayê girtin. Dibe ku di nêrîna xwe de mafdar bin. Lê li vir nakokiyeke wekî "hem alîgirê demokrasiyê bûn û hem jî xwestina pêkanînên antîdemokratîk" derdikeve holê. Pêwîst e bal li ser vê yekê bê kişandin. Her wiha divê rê neyê dayîn ku hin nêrînên bi wateya "zextê li dijberên pêvajoyê bikin lê tiştekî ji wan kesên ku wekî alîgirê pêvajoyê xuya dikin û sabotajên fikrî û fiîlî dikin re nebêjin" çêbibin.
Her wiha tevî têkilî û hevdîtinên çêker, divê rê neyê dayîn ku şaşî çêbibin. Wekî din, mirov dikare bifikire ku çima ev hevdîtin tên kirin. Bi taybetî rewşa kesên ku di nav nêzîkatiya "tevî Ocalan parastina Ocalan" de ne û pêşmercên subjektîf ji pêvajoya derbasbûnê re îcad dikin û di vî alî de dikevin nav rêxistinkariyan, divê rast bê nirxandin. Dema ku Ocalan bi xwe jî ji bilî rihetkirina şert û mercên xwe ji bo ku tevkariyeke bi kalîtetir li pêvajoyê bike, ti şertekî din dernaxe pêş, israrkirina hinekan li ser daxwazên pêşketîtir, ji bilî zererdayîna pêvajoya derbasbûnê ti encamên din nade. Rola çêker a Ocalan a di pêvajoyê de divê baştir bê fêmkirin.
Ji bo ku pêvajoya derbasbûnê bi ser keve, gelekî girîng e ku hemû derdor û kesên ku hewl didin, di mijara zimanê vê pêvajoyê de jî pir baldar bin. Tedbîrgirtina li hemberî sabotajên fiîlî û fikrî erka her kesî ye.