Nagehan Alçi: Demîrtaş dê di nava vê hefteyê de were berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger Nagehan Alçiyê got, "Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer gihiştine min, Selahattîn Demîrtaş dê vê hefteyê bê berdan."
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş 9 sal in girtî ye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku mafê wî hatiye binpêkirin û xwest ku were berdan.
“Li gorî agahiyên ku…”
Rojnameger Nagehan Alçiyê li hesabê xwe yê Xê ev tişt gotin:
"Ez dinêrim ji doh ve tê axaftin… Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên min ên pêbawer gihiştine min, Selahattîn Demîrtaş dê di nava vê hefteyê de were berdan…"