Li Stenbolê qeza: 12 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê minîbuseke rêwiyan û 2 wesayîtên din li hev qelibîn û di encamê de 12 kes birîndar bûn.
Li li Taxa Altinşehîrê, minîbuseke rêwiyan û du wesayît ji ber sedemeke ku hîn jî ne diyar e li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.
Di qezaya trafîkê de 12 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê piştî midaxaleya ewil, birîndar veguhastin nexweşxaneyên li derdorê.
Ji ber qezayê heta demekê hatin û çûyîn rawestiya.
Piştî ku wesayît hatin rakirin, hatin û çûyînê dîsa dest pê kir.