Polîsekî hevjîn û 2 zarokên xwe kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kepezê ya Antalyayê polîsekî hevjîna xwe û 2 zarokên xwe kuştin.
Li gorî zanyariyan, li taxa Varsak Demirel a navçeya Kepezê ya Antalyayê di navbera polîsê bi navê M.G û hevjîna wî Fatma Giyar a 31 salî de ji ber sedemek nediyar nîqaş derket.
Piştî demek ji nîqaşê M.G. bi çekê gule li hevjîna xwe û her du keçên xwe Ebrara 10 salî û Merveya 4 salî reşandin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê.
Di pişkinînên destpêkê de diyar bû ku dayik û her du zarokên wê li cihê bûyerê mirine.
Hat ragihandin ku M.G. ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.
Tîmên tenduristiyê termên Fatma Giyar û her du zarokên wê jî piştî lêkolîna dozger a li cihê bûyerê rakirin Saziya Bijîşkiya Dadî ya Antalyayê.