Buldan: Qonaxa yekem temam bû, yasaya aştiyê lazim e

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de bi Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan re civiya.

Piştî civîna ku nêzîkî saet û nîvekê ajot, daxuyaniyeke hevpar hat dayîn.

Babacan diyar kir ku Serokkomar Erdogan derbarê pêvajoyê de "pêwendiyeke berfireh dananiye" û banga agahdarkirineke xurttir kir.

Endamên heyetê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî got, "Qonaxa yekem temam bûye, êdî pêdivî bi yasaya aştiyê heye."

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, saet 11:00an çûn Navenda Giştî ya Partiya DEVAyê û bi Alî Babacan re civiyan.

Piştî civînê her du alî di konferansa rojnamegeriyê ya hevpar de axivîn.

Babacan: Serokkomar derbarê pêvajoyê de agahiyan nade

Babacan diyar kir ku şêwirîn "bi qîmet û avaker" derbas bûne û got:

“Em di qonaxeke krîtîk a pêvajoyê de ne. Komîsyona ku di bin banê parlamentoyê de hatiye avakirin rapora xwe amade dike.

Me bi hev re nirxand bê ka piştî vê divê bi çi cure serastkirineke yasayî bê bipêşxistin.

Em dibînin ku Birêz Serokkomar derbarê vê pêvajoyê de pêwendiyeke berfireh dananiye.

Tevî ku ew bi sifeta serokê dewletê bi xwe pêvajoyê bi rê ve dibe jî ne partiya xwe, ne bingeha xwe û ne jî welêt bi berfirehî agahdar dike.

Banga me ya ji bo wî ev e divê zêdetir pêwendiyan saz bike berpirsyariya agahdarkirina civakê wergirê.”

Babacan teqez kir ku piştî temambûna raporan agahdarkirina raya giştî dê bibe "pêdiviyeke jiyanî."

Buldan: Qonaxa yekem temam bû; pêdivî bi yasaya aştiyê heye

Pervîn Buldan di konferansa rojnamegeriyê de axivî. Buldanê diyar kir ku pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye û wiha pê de çû:

“Qonaxa yekem temam bû. Komîsyonê, piştî hevdîtina şandeya ku çû Girava Îmraliyê qonaxeke girîng li pey xwe hişt. Niha divê bi lez gav bên avêtin.

Em difikirin ku ji bo pêvajo bi ser bikeve pêdivî bi yasaya aştiyê heye. Girîng e ku ev sererastkirin di demeke kurt de were parlamentoyê.

Îro me bi giranî ev mijar gotûbêj kir.”

Buldanê da zanîn ku ew dê piştî nîvro bi Rêberê MHPyê Devlet Bahçelî re jî bicivin û hefteya bê jî dê têkiliyên bi partiyên din ên siyasî re bidomin.

Sancar: Xebatên yasayê yek ji xaçerêyên herî hestiyar ên pêvajoyê ye

Mîthat Sancarê di konferansa rojnamegeriyê xwe de bal kişand ser girîngiya lihevkirina berfireh a civakî û siyasî û got:

“Pêvajoyên aştî û çareseriyê hewcedarî bi piştgiriyeke berfireh a civakî û lihevkirineke siyasî ne.

Em hay ji zehmetiyan hene lê em bawer dikin ku dê ev bi şêwirînê bên derbaskirin.

Piştî ku rapora hevpar a Komîsyonê pêşkêşî raya giştî hat kirin, dê derbasî xebatên yasayê bibin.

Ev qonax yek ji xaçerêyên herî krîtîk ên pêvajoyê ye. Pêwîst e serastkirinên yasayî li gorî rihê pêvajoyê û bi awayekî ku tevkariyê li aştiyê bikin bên kirin.”

Sancar got ku armanca hemû hevdîtinan "xurtkirina zemîna lihevkirina siyasî" ye.