Deryaya Spî û Deryaya Reş hejiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Spî û Deryaya Reş li ser hev du erdhej çêbûn.
Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li Deryaya Reş û Deryaya Spî bi pey hev du erdhej çêbûne.
AFADê diyar kir ku demjimêr 20:18an erdhejeke bi hêza 4,1 pileyan çêbûye ku navenda wê Deryaya Reş e.
Hat diyarkirin ku kûrahiya erdhejê 6,07 kîlometre bûye.
Piştî wê bi 2 xulekan, demjimêr 20:20î vê carê erdhejeke din a bi hêza 4,2 pileyan çêbû ku navenda wê jî Deryaya Spî ye.
Li gorî daxuyaniya AFADê, kûrahiya erdheja li Deryaya Spî 9,12 kîlometre ye.