CHP daxwaza dadgehkirina Berat Albayrak dike

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Komariya Gel (CHP) daxwazê dike ku wezîrê berê yê darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak ku zavayê Recep Tayyip Erdogan e, were dadgehkirin.

Parlemanterê CHPê Mehmet Bekaroglu ragihand ku 128 milyar dolarên xezîneya dewletê ne diyar in, budce kêm e, û di 10 salên borî de weke niha nebûye, divê lêkolîn li gel wezîrê berê yê darayî Berat Albayrak bê kirin.

Mehmet Bekaroglu amaje bi wê yekê jî kir ku ev babet ji bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hatiye şandin û CHP jî bi awayekî cidî wê babetê dişopîne.

Hefteya borî Cîgirê Serokê Fraksiyona CHPê Ozgur Ozel jî di gotarekê de ragihand ku Berat Albayrak ê zavayê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, hesabên xwe yê torên civakî girti ne, lê nemirî ye, sax e û divê lêpirsîn li gel wî bê kirin.

Ozgur Ozel berê xwe da berpirsên AK Partî û hikûmetê û got, zava li kuderê ye.

Berpirsên CHPê daxwaz dikin Albayrak û hejmarek berpirsên din ên Wezareta Darayî ya Tirkiyê bêne darizandin.