Serokê CHPyê: Divê ji bo pirsgirêka Kurdan gavên bilez bên avêtin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku nabe rewşa herêmê bandoreke neyînî li pêvajoya aştiya civakî bike û got, "Divê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan gavên bilez bên avêtin."

Serokê CHPyê Ozgur Ozel doh li Enqereyê civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de behsa aloziya di navbera hêzên Şamê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a li taxên Kurdan ên Helebê kir.

Ozgur Ozel got, "Wekî CHPyê, em piştgiriya yekparçeyî û aramiya axa Sûriyeyê dikin.

Em pêbendbûna bi Peymana 10ê Adarê girîng dibînin û dixwazin alî bêyî şer û pevçûn, li ser maseyê dan û standinan li hev bikin."

Serokê CHPyê bangî Enqereyê kir ku rêyên dîplomasiyê bişopîne û ji bo çareseriya bêşer û parastina sivîlan însiyatîfê wergire.

Ozel destnîşan kir ku nabe ev rewş li ber pêvajoya aştiya civakî bibe asteng û wiha pê de çû:

“Divê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan gavên bilez werin avêtin.

Pêwîst e Tirkiyeyeke bêteror û demokratîk di demeke herî zû de ava bibe."

Ozel derbarê rewşa navxwe ya Sûriyeyê jî hişyarî da ku divê herêm ber bi jîngeheke şer ve neyê kişandin û diyar kir ku pêwîst e li Sûriyeyê pergaleke demokratîk ava bibe ku tê de hemû ol û nasnameyên cuda di çarçoveya destûrê de bi azadî bijîn.

Serokê CHPyê di beşeke din a axaftina xwe de da zanîn ku ew bi hûrgilî çavdêriya rûdanên li Îranê dikin û bal kişand ser "destwerdanên zêde û armancgirtina xelkê."