Alî Bozan: Em aliyên ku piştgirî da komkujiya Kurdan ji bîr nakin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ragihand, dema ku Kurd li Helebê rûbirûyî komkujiyê dibûn Wezareta Parastinyê ya Tirkiyeyê peyamên piştgiriyê ji bo "Artêşa Sûriyeyê" belav dikirin.

Alî Bozan got, “Em yên ku ji bo komkujiya Kurdan a li Helebê banga piştgiriyê dikirin û piştgirî didan ji bîr nakin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan di rûniştina Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser êrişên li taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê axivî.

“Dema Kurd bin qîmeta mizgeftan namîne”

Bozan wêneyê mizgefteke ku li Xezeyê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye bombebarankirin û wêneyê mizgefteke ku li taxên Kurdan ên Helebê hatiye topbarankirin nîşan dan.

Bozan bertek nîşanî hikûmeta Tirkiyeyê da û got, “Dema yên ku tên bombebarankirin û kuştin Kurd bin, mixabin ji bo we qîmeta mizgeftan jî namîne.

Dema Kurd tên kuştin wijdan, mirovatî û bawerî jî ziwa dibe.”

“Em piştgiriya ji bo komkujiyê ji bîr nakin”

Alî Bozan rexne li helwesta Wezareta Parastinyê ya Tirkiyeyê ya di êrişên li ser taxên Kurdan girtin û wiha pê de çû:

“Ji aliyê Wezareta Parastinyê ya vî welatî ve ji bo komkujiya Helebê banga piştgiriyê hat kirin.

Em yên ku ji bo komkujiya Kurdan a li Helebê banga piştgiriyê dikirin û piştgirî didan ji bîr nakin.”

Alî Bozan di axaftina xwe de bal kişand ser nakokiyên wijdanî û anî zimên:

“Ev mizgefteke ku Îsraîlê li Xezeyê bomberbaran kiriye. Dema li Xezeyê ev tişt dihatin jiyankirin, li vê Parlamentoyê pêşbirka wijdanê, bawerî û mirovahiyê hebû.

Ev wêne jî ji Helebê ne û li Helebê hatine tomarkirin. Wêneyên wê mizgeft û nexweşxaneyê ne ku ji aliyê paşmayên DAIŞê HTŞ û SMOyê ve hatine bombebarankirin.

Dema yên ku tên bombebarankirin û kuştin Kurd bin, mixabin ji bo we qîmeta mizgeftan jî namîne.

Dema Kurd tên kuştin wijdan, mirovatî û bawerî jî ziwa dibe.

Di demekê de ku li Helebê ev wêne dihat derdiketin holê, ji aliyê Wezareta Parastinyê ya vî welatî ve ji bo komkujiya Helebê banga piştgiriyê hat kirin.

Em yên ku ji bo komkujiya Kurdan a li Helebê banga piştgiriyê dikirin û piştgirî didan ji bîr nakin.”