Li Edeneyê zengilên hişyariyê lê da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê bi şev li derdora Baregeha Asmanî ya Încîrlîkê dengê zengilên hişyariyê (sîren) hat bihîstin û hat îdiakirin ku pişt re teqînek çêbûye.

Li gorî angaştan, derdora saet 03:30î li herêmê pêşî zengilên hişyariyê lê daye û paşê dengê teqînekê hatiye bihîstin.

Hat diyarkirin ku bûyerê li cihekî nêzîkî Baregeha Asmanî ya Încîrlîkê rû daye.

Piştî teqînê hinek welatiyan li ser medyaya civakî da zanîn ku wan li asmanan ronahiyek dîtiye û lerzîneke sivik hîs kiriye.

Rayedarên fermî heta niha li ser sedema bûyerê yan jî lêdana zengilên hişyariyê ti daxuyanî nedaye.