‘Tehrana Piçûk’ a li Stenbolê, çavê Îraniyan li ser welatê wan e
Stenbol (Rûdaw) - Çav û guhê Îraniyan ên ku li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê dijîn, li ser rûdan û nûçeyên şerê li Îranê ne.
Gelek Îranî li navçeya Esenyurtê ya Taxa Pîrî Reîsê niştecih in.
Ji ber vê yekê ev tax di nav xelkê de wekî “Tehrana Piçûk” tê naskirin.
Li Îranê ji destpêka şer ve xeta înternetê hatiye birîn û ji loma jî ew bi hemû derfetên xwe hewl didin ku xwe bigihînin malbat û xizmên xwe yên li Îranê.
Niştecihên taxa “Tehrana Piçûk” û esnafên Îranî yên li “Kolana Îraniyan” bi fikar û endîşe, li ser torên civakî nûçeyên li ser Îranê dişopînin.
Ew li bendê ne ku şerê li welatê wan bi dawî bibe û aramî vegere herêmê.
Li aliyê din, bi awayekî fermî derdora 140 hezar welatiyên Îranî bi destûra îqametê (rûniştinê) li Tirkiyeyê dijîn.
Her wiha, salane zêdetirî 2 milyon û nîv geştiyarên Îranî berê xwe didin Tirkiye û Stenbolê.
Ji ber vê jî li nav bazar û kolanên Stenbolê Farisî bûye zimanekî navmalî.
Nazenîn: Fikr û ramanên me 24 demjimêran li ser Îranê ne
Nazenîn Rezmiyeya 33 salî ji bajarê Meşhedê yê Îranê ye.
Nazenîn ev 10 sal in ku li Stenbolê bi îqameta kar dijî û li ofîseke emlakfiroşiyê dixebite.
Çav û guhê Nazenînê jî wekî bi sedhezaran Îraniyan li ser nûçeyên şerê li Îranê ne.
Nazenîn bi fikar û endîşe nûçeyan dişopîne û li bendê ye ku şerê li welatê wê bi dawî bibe. Nazenînê derbarê rewşa xwe de wiha got:
“Em ji ber vî şerî gelekî bi endîşe ne. Fikr û ramanên me 24 demjimêran li ser Îranê ne.
Em tim li wan difikirin. Tenê ji destê me şopandina nûçeyan tê. Em hem li ser Instagramê hem jî li ser televîzyonan rewşê dişopînin.
Ka bombe li kû derê xistine, rewş çawa ye. Em neçar in ku li bendê bin û sebir bikin.
Em dixwazin ku şer demildest bi dawî bibe. Ji ber qutbûna înternetê em nikarin xwe bigihînin malbatên xwe.
Carinan demeke kurt em bi telefonê diaxivin, tenê em dikarin li rewşa wan bipirsin.
Ya rastî min dil hebû ku di vê Newrozê de biçim Îranê. Bila rewş aram bibe, li gorî wê ez dê biçim ziyaretê.”
Li Taxa Îraniyan esnafekî Mêrdînî hînî Farisî bûye
Li Esenyurtê çîroka Kamil Aricayê ku esnafekî ji Erebên Mêrdînê ye balkêş e.
Kamil bi temenê xwe yê mezin, li taxeke ku pir Îranî lê dijîn, xwe hînî zimanê Farisî kiriye û bi bikirên xwe re bi Farisî dan û standinê dike.
Kamil Arica wiha behsa karê xwe kir, “Şikir ji Xwedê re, karê me baş e. Li vê herêmê Îranî, Efxan û Ereb hene, her wiha biyanî jî hene.
Herî zêde jî Îranî hene. Ez li vê derê ji Îraniyan fêrî Farisî bûm.”
“Kolana Îraniyan” bûye stargeha wan
Nifûsa taxa Pîrî Reîsê ya Esenyurtê derdora 15 hezaran e.
Ji kolana ku derdora 20 kargeh, dikan, market, terzî, xwaringeh, firin û salonên bedewiyê yên Îraniyan lê hene re jî “Kolana Îraniyan” tê gotin.
Hejmareke fermî tune be jî bi hezaran Faris û Azeriyên Îranî, Efxan û Sûriyeyî ji sala 2019an ve li taxê niştecih in.
Li kargehên wan kanalên Farisî vekirî ne û ew kêlî bi kêlî şerê li Îranê dişopînin.
“Ti rê nîne ku em xwe bigihînin malbatên xwe”
Esnafê Îranî Siyamek Germxoranî got, “Ez 8 sal in li Stenbolê dijîm. Li vê taxê xwaringeha min a li ser sandvîçê Îranî heye.
Ev kolana me ya ku em lê ne, li Stenbolê wekî “Kolana Îraniyan” bi nav û deng e. Helbet ez jî hevalên me yên li vir jî em ji bo malbatên xwe bi fikar in.
Mixabin li Îranê înternet tune, ti rê nîne ku em xwe bigihînin malbatên xwe.”
“Daxwaza min aramî ye”
Mehnas Beytulahzadeya 25 salî jî li Stenbolê dixebite û ew jî ji Tehranê ye.
Mehnasê wiha got: “Ev çend sal in ez li Stenbolê dixebitim. Ji ber ku ez wekî Îraniyeke li vir im û bi serkeftî kar dikim bextewar im.
Lê helbet ez dixwazim ku li welatê min her tişt baş bibe. Bila welatê me aram û bipêşketî be. Yekane daxwaza min ev e.”
Divê were bibîrxistin ku zêdetirî 140 hezar Îraniyan bi îqametê li Tirkiyeyê dijîn
Bi awayekî fermî, derdora 140 hezar welatiyên Îranê bi destûra îqametên heyama demkî, kar, xwendekarî û malbatî li Tirkiyeyê dijîn.
Beriya şer welatiyên Îranê dikaribû bêyî vîze herin û 90 rojî li Tirkiyeyê bimînin.
Îraniyên ku li Stenbolê dijîn li benda nûçeyên xweş ên ji welatê xwe ne.
Herî zêde jî ji ber ku ji malbatên xwe ne agahdar in bi tirs û endîşê dijîn. Ew dixwazin ku ji bo paşeroja Îranê bi hêvî û geşbîn bin.
#VÎDEO - Hûn “Tehrana Piçûk” a li Stenbolê nas dikin❓
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 13, 2026
🛑 Ew li Stenbolê ne lê çav û guhên wan li ser Îranê ne
🎙️ Nazenîn: Em neçar in sebir bikin
📕 Hevkarê me @omerbextiyar dosyeyeke taybet amade kiriye, kerem bikin👇👇 pic.twitter.com/xRyl3aUAsp