ÎNCÎRLÎK - Leşkerekî amerîkî, mirî hate dîtin

Navenda Nûçeyan – Li Baregeha Esmanî ya Încîrlîkê ya li Tirkiyê, serbazê Amerîkayê yê bi navê Curtis J. Gardner (29) li mala xwe bi awayekî mirî hate dîtin.

 

Li ser malpera Baregeha Esmanî ya Încîrlîkê daxuyaniyek hate belavkirin. Di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ku leşkerê bi navê Curtis J. Gardner ku ji 39emîn Hêza Ewlehiyê bû, neçûye ser peywira xwe û ji ber wê jî çend leşker çûne mala wî.

 

Gava leşker gihiştine malê, dîtine ku Curtis J. Gardner bê tevger e.

 

Bi ambulansê, leşkerê amerîkî rakirine nexweşxaneyê û derketiye holê ku Curtis J. Gardner jiyana xwe ji dest daye.

 

Fermandarê Baskê 39emîn ê Baregeha Esmanî John Walker, ji ber mirina Curtis J. Gardner xemgîniya xwe anî ziman.

 

Herwiha hat ragihandin ku ji bo Gardner merasîmeke olî hatiye lidarxistin.